Li welatê me de dengbêjî heye ku bi qasî dîroka van xakan kevin be. Ew dengê dîroka niştecihên...
Berçem Hewar
Destê qelişî û şewitî yê şivan li bilûrê dixe. Li ser gelî keriyeke bizin diçêrin. Hêdî hêdî ewr bi xatir xastina rojê, sor dibin. Ji dûr ve xume xuma kaniyê ji zozanê tê. Şivanê gund li bilûrê dixe. Avaza bilûrê, xwe li tehtên çiyayên pêşî dixe û li asoyên misî, belav dibe. Bizin hildikişin ser kevirên herî bilind û ji giyayên şîn dixwen. Carna jî bi be be hevrêkiyê dikin. Awaza xwezayê jî tevlî dengê bilûrê dibe û ba wek ku li kemaneke xemgîn dixe, deng vedide. Pelên daran dest bi dîlanê dikin.
Şivan dest bi stran gotinê dike. Destê xwe datîne ser guhên xwe û ji kuraniya giyanê, hestên xwe dike peyv û deng. Strana Ehmedo lo lo Ehmedo distire. Hevok li pey hev û bê ku bêhna xwe vedin, wek ku dem û cihê xwe dizanin di navbera lêva stranbêj de diherikin. Gotin hev û din hembêz dikin û di refa xwe de dimeşin. Ew klamên dîrokê ne.
Li welatê me de dengbêjî heye ku bi qasî dîroka van xakan kevin be. Ew dengê dîroka niştecihên vî welatî ne. Ji bo her gel û netewekê hin tişt û serpêhatiyên wan ên nivîskî hene. Di nava rûpelên zerbûyî yên pirtûkeke kevin de bi lênûsa hin kesan tiştna di derbarê wan de hatiye nivîsandin û bi demê re ewan dîroka xwe li ser van belgeyên di dest de, nivîsîne. Lê pir caran jî çêbûye ku li pey êrîşeke hovane piranî pirtûk û pirtûkxaneyên wan hatine şewitandin û dîrok jî bi vî awayî di nav xweliyeke sar de wenda bûye. A herî girîng jî dîroka wan bi destê beşeke serdest hatiye nivîsandin ev jî rastiya van nivîsan her tim jêr pirs dibe. Gelê Kurd her çend ku xwedî dîrokeke pir kevin û dewlemend e, lê derveyî hin belgeyan, zêde xwedî dîrokeke birêkûpêk a nivîskê nîne. Ji ber ku Kurdan bi qasî ku xwe ji gemarî û qirêjiya şaristaniya koledar û hemû pergalên serdest parastiye, di aliyê parastin û ragehandina dîroka xwe de jî rêbazeke pir cuda bikar aniye. Ew jî dîroka zindî û devkî ye. Ango hemû serpêhatî, bîranîn û bûyerên heyî bê ku bikeve bin kontrol hin beşên serdest, ji hêla civakê bixwe hatine ziman û her dem ji nû ve zîndî mane. Serpêhatiyên bi jan û keser, destanên lehengî û evînên mezin ku evîndarê wan bi cangorîtiya xwe ew mayînde û ebedî kirine. Dîroka gelê Kurd bi hemû rengên xwe ve, bi her devok û zaravayî, di şevên reş û tarî li kêleka tenûra tejî koz û germ de li ser lêvên dengbêjan vedijiyan. Di şevbêrkên li gund û bajaran de guhdarvan li ser mehfurên ji rîs rîsiyayî, dirûniştin û çîrokên demên borî xwe ji nû de zîndî dikirin.
Di xwezayê de ti tişt bi giştî ji holê ranabe. Ev rêzik ji bo bûyer û tiştên diqewimin jî derbas dibe. Piranî wan di xêva civakî de dimînin. Di welatê Kurdan de jî piranî bûyer di çîrok û stranan de xwe gehandine roja îro. Strana Derwêşê Evdî, memê Alan û bi hezaran nimûneyên din. Yek ji taybetmendiya stranbêjiya Kurdan jî ewe ku bi hin kirinên serdestan an jî axa û mîran re bi sînor nebûne, pir mijar û bûyerên din jî ku bandor li ser civak û dema xwe kirine, di nav xwe de hildigire. Ev jî dibe sedem ku stran bixwe bibe mîrateyeke pir mezin a dîroka civaknasiya gelê me. Berovajî pir civakên din, jinên Kurd çawa ku di her qada civakê de xwedî roleke pir girîng bûne, hem bixwe stran gotine û him jî kiryar û evîndariya wan bûye xemla klaman. Her wiha Pir stran li ser jinên bedew û jîrbûyîna wan hatine gotin û heya îro jî cureya bikaranîna deng û peyvên şîroveyê, mirov matmayî dihêle. Wek mînak starana Têlî yek ji berhemên hunerî ye ku birastî jî xeml û şemala Têlî ewçend xweşik tê vegotin ku guhdarvan dikare li ber çavan evîn û xweşikiya wê xeyal bike.
Me got stran vegotina devkî ya dîroka Kurdan e. Dibe ji ber bêderfetî an jî ji ber êriş û talanên li ser welat, pir belge binax bibin. Wek pir berhemên din dibe ku Kurdan jî di demên cihê de ji di derbara dema xwe de, hin belge û nîşane hiştibin, lê ev misogere ku stran û çîrokên wan roleke pir girîng di aliyê dîroknasînê de lîstine. Stranbêj jî dîroknivîsên bênav in ku bi klam û stranên xwe tarîtiya li ser dîroka gelê xwe, rakirine.
Di stranan de yek ji mijarên herî girîng ewe ku birastî jî çand û dewlemendiya civakê bi zimaneke pir zelal tê ziman. Edet, teqalît û nêrîna civakê di gelek mijaran de xwe dide der û ger mirov wan bi baldarî bişopîne dikare şêweya jiyana wê demê baştir têbigehîje. Çawa ku gelê Kurd ji bo parastina jiyan û hebûna xwe li çiyayên herî asê û cihên herî bilind stargehên xwe avakirine, bê ku serî li lênûs û pênûsan bide, bê ku destur û kontrola hin serdestan bixwaze, serpêhatiyên xwe bixwe aniye ziman. Dibe hin dengbêjan li kêlek mîr û began ji bo pesindayîna wan hin stran gotibin, lê yên ku civakê pejirandine û bûye dengê rastiya wan mayînde bûne. Jixwe gelê Kurd piranî bi zordestî, talan û qirkirinan re rû bir û maye, lewma piranî stranên gelêrî bi êş û jana wan hatine vehunandin. Zordestî û bêrihmiya axa û began, zilm û bêbextî, neyarî û xiyanet, ew çend giran û dijwar bûne ku her hatine vegotin. Di kêleka lehengî û xweşikiyan her tim neyarî û zilmek mezin jî hebûye û ev dualîteya bêbext û kambax ew çend li ser civakê bandor kiriye ticar stranbêj ji strandina wan ranewestiyane. Qet nexwastine wan bidin ji bîr kirin. Ji ber perçeyeke ji vî dîrokê ne û divê lenet û taritiya wan neyê ji bîr kirin da ku careke din dubare nebin.
Stran, hemû bi rexnegerî û dansîna dema borî heya îro xizîneyeke pir dewlemend a agahiyan ji me re anîne da ku ji me re hin tiştan bêjin. Behsa gelek tiştan dikin û divê ji wan jî pir ezmûn bêne wergirtin. Di serî de stran berhemeke dîrokî û çandî ye û divê wek mîrateyeke herî kevnar bê dîtin. A ku wan ji stranên nûjen cuda dike jî têkiliya wan bi dîrok û jiyana civakî ye. Taybetmendiya ku wan ji stranên dema nêz û cureyên hemdem cuda dike jî ewe ku xwe digihîne damara dîroka gelê me.
peyv kit bi kit, nerm û hêdî tê rîsandin, wek mehfureke bi xeml. Bi sedan dîmen, xeml û bûyeran bi xwe re radike. Tenbûra dilê kal û pîrên bênav ên ku beriya niha bi salan çavê xwe li jiyanê girtine, deng vedide. Stran dilorîne kelejana hestên dîrokê. Stranbêj ji xwe der tê û carna dibe evîndara keça cîran, carna dibe dayîka dilşewat, an jî hevrêyê egîdan.