Çand û Huner

Hûner û jin

Huner jî amûreke ji bo pêşxistin û gu­her­ti­nên civakî. Her wiha huner zimanê hest û gi­ya­na mirovan e. Jiyan bê huner...

Roha Amanos

Tê­kîliya di navbera feraseta çandê û şêwazê ji­yana civakê, ji hêla teorî û rastiyê ve gi­rê­da­neke wan a ku ji hev nayê qutkirin heye. Çand bêyî hebûna civakî negengaz e ku he­be, civak jî bêyî çand nikare bijî. Mirov ni­ka­re çandê bê civak, civakê jî bêçand bi­hi­zi­re. Çand rêya jiyana bihevrebûna civakê nî­şan dide, her wiha pîvana takekes a li pêşberî ci­vaka xwe diyar dike û amûrên ku takekes bi­karibe pêdiviyên xwe ji bo pêşxistina ji­ya­nê pêkbîne, dide wî/wê.

Ro­leke çandê ya girîng di jiyana mirov de he­ye. Ji ber çand dibe sedem ku cudabûna di nav takekesan, an jî civakan bi awayeke dew­lemend li cem hev kom bibin. Her wiha çand cureyê mirov ji zindiyên din cuda dike. Di wetayeke din de çand sifetê mirovbûnê di­de mirovan. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku çand şêwazê fikrandin, tevgerbûn, tevahî hel­westên mirov û pîvanên însan a li be­ram­be­rî hevdu diteyisîne. Ango ew neynika yek­bû­na civakê ye.

Huner jî amûreke ji bo pêşxistin û gu­her­ti­nên civakî. Her wiha huner zimanê hest û gi­ya­na mirovan e. Jiyan bê huner mîna axeke zu­ha ye, lewma mirov nikare jiyaneke bê­hu­ner bihizire. Di jiyana her gelekî de cihê hu­ne­rê xwedî roleke wiha ye ku ji hêla derûnî ve mirovan aram dike. Bi rêya hunerê civak as­ta pêşketina xwe ya civakî diyar dikin. Ji dest­pêka jiyana civakî ve komên mirovan bi rê­ya xîzkirina ser dîwar û şikeftan, her wiha bi teqlîdkirina dengên heywanan, xwestine ku raman û hestên xwe îfade bikin.

A­xa mezopotamyayê xwedî dîrokeke dem­di­rêj e, bûye şahidê pêşketinên çand û hunerî, ji mirovahiyê re ji bo pêşketina van herdu xa­lên girîng gelek çavkanî pêşkêş kiriye. Dew­lemendiya vê axê û xweşikbûna xwe­za­ya wê bixwe jî ji mirovahiyê re bûye îlhama ge­lek stran û helbestan. Vê axê gelek çand hembêz kiriye. Gelê Kurd jî para xwe ya me­zin û girîng ji vê rastiyê girtiye. Bi taybet ji­na Kurd, ruxmî gelek serpêhatiyên dagirkerî û mêtingerî, kariye heya roja îro çanda he­zar­salî ya li ser vê axê, biparêze.

De­ma ku mirov rewşa jinê bitaybet di Ro­j­a­va­yê Kurdistanê û bi giştî di Sûriyê de li ber ça­van derbs dike, dibîne ku li van deveran çan­deke dîrokî ya demdirêj jiyaye û hîna jî tê jiyîn. Efsaneyên ku ji dema xwedawenda be­reket û xweşikiyê Îştarê heya dema Ze­nûb­ya şahbanûya (qiralîçe) Tedmûrê neviya Ne­fertîtiyê ku bi delaliya xwe hatiye nasîn, di rastiya van efsaneyan de, em bi awayeke ze­lal rola jinê ya mezin bi zimaneke hunerî di avakirina jiyanê de dibînin.

Roj­avayê Kurdistanê bixwejî di dîroka Kur­dis­tanê de bûye kaniya çand û hunerê. Bê­gu­man nabe ku rola jina Kurd neyê dîtin. Ji ber ku jina Kurd li ser axên bi berhem û bereket, di cihên wekî Kubanê, Cizîre û Efrînê mî­ma­ra jiyana civakî ne. Ev derên ku bi çandinî û berhemên wekî darên zeytûn û sinober û hwd. navdar in, bi keda jinê hatine xwe­dî­ki­rin. Ji ber herî zêde jin bi axê re mijûl dibe û bi hezkirineke mezin nêzîk xweza û jiyanê di­be. Ji bervê ye ku civak jî hertim ji bo ka­rên çandinî û sererastkirina hesaban bi jinên te­men-mezin re dişêwirin.

Jin di van herêman de wek dibistanekê ne, ku ziman û çanda gelerî diparêzin, ji derdora xwe re hînker in. Herî baş jin xwedî li zi­ma­nê Kurdî derdikevin û bikartînin. Bitaybet jî di­ şahî û cejnan de bi kincên xwe yên gelêrî xem­leke xweşik çêdikin. Dibe ku pir zêde ber­hemên Kurdan ên nivîskî nebin, lê belê ji­nên Kurdbistran û çîrokan bi zimaneke zin­dî nifş bi nifş destan û mîtên xwe parastine. Herî zêde jî serpêhatiyên biêş û evînên me­zin vegotine. Ango bi rengekê dîroka xwe he­ya roja îro veguhestine. Jin di şîn û ta­zi­ye­yan de dilorînin, di kêfxweşiyan de dilîlînin, ango jin hunermend û sembola ruhê netewî ne, ku di tevahiya şêwazên tevgera xwe de vê didin der. Jina Kurd di vê parçeyê de xwe­dî li nirxên xwe yên civakî û gelerî der­ke­tine û bi berxwedêrî li hemberî êrîşên çanda dagirkeran nirxên xwe yên çandî pa­ras­­ti­ne. Li dijî çand û zihniyetên ku hebûna Kur­dan qebûl nekirine û herdem bi înkarê nê­zîk nasnameya Kurd bûne, jina Kurd sîper gir­tine. Bûne mertalên parastina çand û hu­ne­ra Kurdî.

Bi pêşketina tevgera azadiya gelê Kurd re, he­rî zêde jinên Kurd bi bawerî û bêdudilî hem­bêza xwe ji tekoşînê re vekirin. Wek ku bi salan li benda Rêber APO bûn, bi evîneke me­zin ew pêşwazî kirin. Lewma deriyê mala xwe ji xebatên rêxistinê re vekirin, bi he­ye­ca­neke mezin tevlî xebatê bûn. Ruxmî zor û zeh­metiyan jî bêyî ku îtirazbikin û xwepaşve bi­kişînin hêza xwe tevlî kirin. Ji ber jina Kurd ev rastî baş hîskirin ku ancax tevgera aza­diyê dikare nirxên wan ên azadiyê ku wen­dabûne careke din li wan vegerîne. Ew nir­xên ku di cewhera jinê de veşartî mabûn, bi rêya tevgera azadiyê careke din derketin ho­lê û jinê cewher û hêza xwe derxistin holê.

Li Rojavayê welat şoreşa ku pêkhatiye û pêktê bi reng û xweşikiya jinê ye. Ji ber hunermend, şoreşger, mîmar û xwedawenda vê pergalê jin in 

 

Lew­ma, jinên Kurd di tevahiya qadên tê­ko­şî­nê de xwe birêxistin kirin. Bitaybet di mijara pêş­xistin û zindîkirina çand û hunera Kurdî de seferber bûn. Piştî 35 salan, îro jî jinên Kurd li Rojavayê welêt, bi armanca afi­ran­di­na çanda netewa demokratîk xwe birêxistin di­kin. Bi armanca komkirina enerjiya xwe û he­rikandina vê enerjiyê di rêya azadiya gelê xwe û zayenda xwe de xwe ji ti karan paş­ve­na­din. Bi vê hîsa ku her diçe dizivire za­ne­bû­neke îdeolojîk, bi sedan jin tevlî refên şo­re­şê bûne, bi sedan jin di nava refên rêxistina gel de xwe birêxistin kirine. Gelek jin di na­va refên gêrîla de têkoşîna çekdarî dimeşînin û bi sedan jî bi qehremantî tevlî ko­me­stêr­kên şehîdên nemir bûne.

Bi têkoşîna azadiyê re çand û jiyaneke nû ku bi her awayî xwedî li mîrateyên xwe yên dî­ro­kî derdikeve, lê li beramberî paşverûtî û ban­dora pergala desthilatdar û çanda mo­der­nî­teya sermayedar têdikoşe, hate afirandin. Ser­kêşî û pêşengtiya vê jî Jinên Kurd dikin. Li Rojavayê welat jî jinên Kurd di nava xe­ba­tên siyasî, civakî, çandî, hunerî, aborî, ten­du­rûstî û hwd. cihdigrin û wiha jî ew ener­ji­ya ku bi hezar salan hatibû hepskirin, bi a­za­dî ber bi avabûna civaka demokratîk ve di­he­rikînin. Jin li Rojava bi rêya ramanên Rêber APO dikarin çanda xwedawenda dayîk ji­nû­ve zindî bikin. Bi vê mebestê jî çawa ku di her qadê de çalak in, di qada çand û hunerê de jî li her bajêr, gund û navçeyê bitevger bû­ne. Îro, jinên Kurd ne tenê bi stran, çîrok û ci­lên gelêrî, herwiha di hunera nûjen de jî xwe berbiçav didin pêş û çandeke nû ya ci­va­kî ku jiyanê bi parvekirin, hezkirin, hev­gir­tin û qenciyê pîroz dike, diafirînin.

Mirov di­kare bêje ku li Rojavayê welat şoreşa ku pêk­hatiye û pêktê bi reng û xweşikiya jinê ye. Ji ber hunermend, şoreşger, mîmar û xwe­dawenda vê pergalê jin in.