Hevpeyvîn

XWÎNA ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ LI ERDÊ NAMÎNE

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan hevpeyvîneke taybet da radyoya Dengê Welat, li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên Tirk ên li ser Şegnalê axivî.

Tevahiya axaftina Karayilan a di radyoya Dengê Welat de wiha ye:

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî didome. Derheqê pergal Imraliyê û tecrîda domdar fikra we çiye?

Îro li Kurdistanê li ser gelê me û gelên Tirkiyê siyaseta şerê taybet a faşîst heye. Dixwazin siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd ferz bkni. Rastiya vî şerî herî xweş bi pergala Imraliyê dikare were fêhmkirin. Ango pergala Imraliyê ne tecrîdeke jirêzê ye. Pergala Imraliyê pergala şerê psikolojik e ku teslîmkirin û qirkirin daye ber xwe. Heke mirov bala xwe bide ser pergala ku li wir tê rêvebriin gav bi gav li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê tê berbelav kirin, ji wir jî li hemû Kurdistanê û Tirkiyê tê berbelavkirin û bicihanîn. Ango ev pergal bûye pergaleke kul i hemû Tirkiyê tê danîn. Bêguman di vê de mirov nikare behsa hiqûqê bike, ne hiqûqa Tirkiyê û ne jî gerdûnî nîne. Exlaq tine. Ti pîvan nînin. Kêfî ye, zext e û teslîmgirtin e. Siyaseta ku tê kirin ev e.

Bi qasî ku tê xuyakirin siyaseta demokratîk a li Tirkiyê û Kurdistanê jî ev rastî ditiye. Ji ber vê, van demên dawî nûnerên siyaseta demokratîk daxuyanî didin û dixwazin tecrîd rabe. Ji ber ku wan jî dîtiye heta ku tecrîd domdar be, li Tirkiyê demokrasi geş nabe, hiqûq bi cih nayê û aramî nabe. Her kes vê rastiyê dibine. Ji ber vê jî li Tirkiyê çi kesê dilxwazê demokrasi û mafê mirovan her wiha kesên ku dixwazin hiqûq bi cih were divê beriya her tiştî li dijî pergala Imraliyê rabe. Heke pergala Imraliyê neyê parçekirin û ji holê neyê rakirin Tirkiye wê li ber siha vê pergalê bimîne. Di rewşeke wiha de demokrasi û aramî nayê Tirkiyê. Ji ber ku ev pergal dijminê Kurdan e, pergala şerê taybet e û qirkirin daye ber xwe. Ji ber vê jî divê her kes li dijî vê derkeve.

Ev 269 roj in ku li zindanan hevrêyên me di grêva birçîbûnê de ne. Her wiha li Mexmûr û Lavrîonê berxwedan heye, grêva birçîbûnê didome. Van berxwedanan slav dikim. Berxwedaniya wan hêja ye.Niha li Kurdistanê şer heye û carinan hin tişt bi germî dibin rojev. Lê divê em ji bîr nekin li pişt van hemû tiştan pergala Imraliyê heye. Ango heke em dixwazin pêşî li siyaseta qirker û faşîst a Tirk bigirin divê em li dijî Pergal Êşkenceyê ya Imraliyê têbikoşin. Bi vê çarçoweya têkoşîna niha didome bimane ye lê kêm e. Li welêt li derveyî welêt gelê me, dilxwazên demokasiyê li dijî vê pergalê divê bêhtir bi berpirsyarî rabin û bi rêbazên cüda têkoşînê geş bikin. Ji ber ku têkoşîna  li dijî tecrîda Imralî û daxwaza azadkirina Rêber Apo her wiha azadbûna gelan û demokratîkbûna Tirkiyê ye.

17-18’ê Tebaxê du êrîş çûne ser Şengalê. Di êrîşan de ku navenda bajêr û nexweşxana bû hedef Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, 5 şervanên YBŞ’ê û 4 sivîl şehîd bûn. Dewleta Tirk bi van êrîşan çi armanc dike? Divê mirov ji van êrîşan çi fêhm bike?

Beriya her tiştî mirovê hêja, fermandarê birûmet û pêşengê Şengalê hevrê Seîd Hesen û di şexsê wî hemû şoreşgerên ku bi êrîşên mêtingeriya Tirk şehîd bûne bi bîr tînim. Ew şehîdên şoreşa Kurdistanê, şehîdên azadî û demokrasiyê ne. Her wiha sersaxiyê didim malbatên hêja yên şehîdên me, sersaxiyê didim gelê Şengalê yê Êzîdî, Sinî û Ereb. Ev êrîşa dijmin nikare were qebûlkirin.Ev êrîşeke bêexlaq û alçaxî ye. Ev êrîş êrîşeke terorîstî ya dewleta Tirk e. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîşa li ser nexweşanê, li ser mirovên me yên ku ne di nav şer de ne, binpêkirina yasayên navnetewî ne. Bêguman ev sûc e. Dewleta Tirk bi van gavên terorîstî li dijî yasayên navnetewî sûc kiriye. Lê em diznain ku ev êrîş wiha li cem wan namîne. Xwîna şehîdên Kurdistanê li erdê namîne.

Seîd Hesen bi ked û hewldaneke mezin pêşengiya gelê xwe dikir. Li qadên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li dijî neheqiyê têkoşiyaye, ji bo gelê me yê Êzîdî yê li Şengalê biparêze, bi salan xizmet ji gel re kriiye .Ew pêşengê gelê Şengalê ye. 2014’an li dijî fermanê pir röleme zin rabûye û ye ji 3-4 kesan e ku têkoşiyaye. 12 şoreşgeren ku di çaxê xwe de çûbûn Şengalê bi Seîd Hesen karîbûn li wir bi cih bibin. Yê ku destek dayî wan û rê nîşan dayî Seîd Hesen e. Her wiha dema ku tevahiya gelê me li çiyayê Şengalê kom bûyî û dişandin Rojava, heke hemû biçûna Rojava wê veger zor bibûya. Wê demê Seîd Hesen ji hin mirovên me re gotiye necin, fedekarî bikn, li Şengalê bimînin û parastina Şengalê bikin. Çû, malbat, eşîra û derdora xwe qanih kir, piştre hin derdor man û Kampa Serdeşt hate avakirin û li nav berxwedanê mane. Li gel malbat, eşîr û xizm û zarokên xwe xwe da ber her barî. Heval Bêrîvan jî ji nav vê malbatê derketiye û piştre şehîd bûye. Ango Seîd Hesen nirxek e. Ti têkiliya xwe bi mirovahiyê re nîne ku mirov, mirovekî whia bike hedef.

Şehîdbûna heval Seîd ji bo gelê Kurd û Êzîdiyan windahiyeke girîng e. Çawa ku beriya niha êrîş anîbin ser hevrê Mam Zekî û Fermandar Zerdeşt niha jî êrîş anîne ser Seîd Hesen. Aramnca van êrîşan ew e ku pêşeng û fermandarên gelê Êzîdî tasfiye bikin û bi vî rengî gelê me yê Êzîdî dîsa bikin kole weke beriya sala 2014’an. Ew dixwazin pergala beriya 2014ân li ser gelê me yê Êzîdî ferz bikin lê gelê me yê Êzîdî li gel pêşengên xwe van ferzkirina qebûl nake.

Êrîşên mêtingeriya Tirk êrîşên îdeolojîk in. Du aliyên xwe hene: Pêşî, ji bo ku Şengal Êzîdî ye êrîşê tînin. Em ji bîr nekin, piraniya 74 fermanên li ser gelê me yê Êzîdî Tirk û Osmaniyan anîne ser wan. Niha jî Erdogan dixwaze tişta ku pêşiyê wî nekarî biqedîne, tmema bike. Ango ji vî alî ve êrîş îdeolojîk in. Ya dî jî, gelê me yê Êzîdî yên li Şengalê êdî dixwaze bi azadî bijî, li ser xeta azadiyê dimeşe Ji bo vê dikin hedef.

Hin kesên ku di nav wan de Kurd jî hene û dewletaTirk bi gotina, ‘’PKK li wir e’’, êrîşa li ser gelê me rewa dikin. Li ser vê mijarê ji bo dewleta Tirk tiştekî nabêjim, ew ji xwe ji bo ku êrîşê bînin ser destkeftiyên Kurdan, dixwazin her kesî PKK’yî nîşan bidin. Lê ji bo ku wan kesên ku Êzîdî û Kurd ku behsa van tiştan dikin dixwazim tiştinan bibêjim.

Ev derewa mêtingeriya Tirk e. Bila ew biçin li Şengalê binerin, çiyê me PKK’ê û HPG’ê li wir heye? Tiştekî wiha nîne. Ji bo ku gelê Êzîdî bikin hedef dijmin ev derew li hev aniye. Li wir zaroyên Êzîdiyan şehîd dikin. 10 kesên ku li wir şehîd bûn ma ne zaroyên wir in? Ne welatiyên Iraqê ne? Niha ev rastiyek e; Rêber Apo li gelê me yê Êzîdî xwedî derdikeve. Heta niha ji bo gelê me yê Êzîdi were parastin û ev çand were jiyîn gelek şîrove kiriye û talimat daye. Em HPG jî bi vê çarçoweyê tevgeriyan .Li ser vê bingehê me mudahle kir û pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin. Li nav her civakê, li nav Êzîdiyan jî fikrên cüda hene. Lê ji bo fedakariya ji bo paratina gelê me piraniya gelê me yê Êzîdî bala xwe da ser ramanên Rêber Apo. Ev sûc e? Lê Tirk ji bo vê gelê me yê Êzîdî dikin hedef.

Mînak niha hin kes dibêjin,’Bila PKK ji wir derkeve’’. Dema ku dibêjin ‘Ev PKK’yî ne’, mebesta wan kî ne! Seîd Hesen mala wî heye, eşîra wî bi sedan sal in li wir e. Çawa wê ji wir derkeve! Seîd Hesen ji zikê Şengalê ye, naxwe ev behsa kê dikin? Kîjan PKK’yî li wir e? Dibe ku ew Êzîdiyen Bakurî, Ermenistan, Rûs an jî ji deverên din bin ku berê li nav me bûn û piştî fermanê bi vîna xwe xwestine ku xizmetê ji Êzîdiyan re bikin. Heke behsa wan tê kirin, ev tiştekî dî ye. Ew şexs in û pir kêm in. Lê ji bilî wan bi rengekî girseyî an jî fermî ti kesê bi ser me ve nîne. Heke dewleta Tirk bi vê wê çi kesê ku ji Rêber Apo he dike bike hedef, li Ewropa, Emerîkaya Latîn, li Efrîka û gelek deverên cihanê gelek kes ji Rêber Apo ehz dikin, çareseriya pirsên ku têne jiyîn di ramanên wî de dibinin. Ev tê maneya ku wan jî dike hedef. Ango çi kesê ku ji fikrên Rêber Apo he dike dibe PKK’yî? Ev hemû dikarin PKK’yî bêne hesebê?

Rast e gelê me yê li Şengalê dixwaze li ser fikrên Rêber Apo xweser bijîn. Dixwazin di pergaleke xweser de xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin. Lê ev hemû hemwelatiyên wir in. Di dema berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de ketine bin tesîrê, di kesayetiya xwe de veguherînek pêk anîne û dixwazi civaka Êzidî bikin îrade. Heval Seîd Hesen pêşengê vî tiştî bû. Rastî ev e. Êdî divê mirov vî tiştî bibînin. Gelê me yên aliyê tu kesî nagirin, hemû Kurd û Êzidî divê vê rastiyê bibînin. Dewleta Tirk îro hemû Kurdên xwedî statu yan jî Kurdên ku dixwazin statuyekê bi dest bixin, ji xwe re dike hedef. Em dizanin ku dewleta Tirk îro li ser Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanan terora dewletê dimeşîne. Niha jî êrişî nexweşxaneyeke Şengalê kirine û di vê nexweşxaneyê de 8 kes şehîdkirine. Birîndar jî hene. Ma ev çawa çêdibe? Di nava Şengalê de sûîkastê dikin û rêberekî bi qîmet û rûmet ê civaka Êzidî şehîd dixin. Ev tişt nayên qebûlkirin. Ev neheqiyeke mezin e. Divê hemû kes li hemberî vê bêexlaqiyê derkevin.

Dewleta Tirk a niha êrişên xwe yên terorê ne bi tenê li ser Şengalê dike. Her roj li Başûrê Kurdistanê li Hiror û Kestayê gundiyan dikuje. Li Rojava û Til Temir 4 endamên meclîsê şehîd kirin. Li Zirganê jinek û zarokê wê kuştin. Ez hemû şehîdên me, bi hurmet bi bîr tînim. Dewleta Tirk terorê dike. Niha jî li Îdlîbê heta Xakurkê li her derê dewleta Tirk bi topan êrişî gelê Kurd û Ereb dike. Bi vî awayî terora dewletê dikin. Xwe dispêrin DYE, Rûsya û Ewropayê û wisa van êrişan dikin. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê bûye wekî zarokekî nehs, îro ne exlaq û ne jî hiqûqê nas nake û ji bo ku hemû kesan têxe bin kontrola xwe li ser wan şîddetê dike. Ji ber vê divê ev rastî were dîtin.

Divê li hemberî vî tiştî çi were kirin? Divê gelê Kurd û gelên herêmê, beriya her tiştî sîxurên di nav xwe de paqij bikin. Divê li hemberî sîxuran xwe rêxistin bikin û wan di nav xwe de nehêlin. Ji xeynî hêza xwe, divê em xwe nespêrin tu derê. Divê em bi xwe xweparastina xwe pêk bînin. Heke em li hemberî vê dewleta hov, faşîst û terorîst xwe bikin hêz û îrade, em ê karibin xwe biparêzin. Bi bangan re kes nikare xwe biparêze. Bi kurtasî divê em xwe rêxistin bikin, divê em xweparastina xwe geş bikin, nehêlin ku di nav me de sîxur bi cih bibin. Çareya wê ev e.

Rast e, belkî wekî tevger em ne li wir in, lê çi dema ku pêdivî pê hebe, em ji bo alîkariya civaka xwe ya Êzidî amade ne. Ji bo ku ew mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin, ji destê me çi were, em ê bikin.  Divê gelê me bi vî tiştî bizanibe, em her dem bi têkoşîna wan a bi rûmet û pîroz in. Gelê me dixwaze xwe bi rê ve bibe û xwe biparêze. Tiştekî ji vêya meşrû û rasttir tune. Di vî warî de em ê her dem piştgiriyê bidin wan.

Seîd Hesen û hevalên wî dema ku diçûn hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî êrişî wan hatiye kirin. Dema ku êriş hatiye kirin, Kazimî bi xwe jî li Şengalê ye. Lê derbarê vî tiştî hikumeta Iraqê û Kazimî tiştek negotin. Di vî warî de hûn dixwazin çi bibêjin?

Xaleke balkêş jî ev e. Serokwezîrê Iraqê tê Şengalê. Beriya ku were Şengalê, kesên amadekariya hatina wî dikin, rastî vê êrişê tên. Wekî ku we jî got, Seîd Hesen dema dixwaze di heyeta hevdîtinê de cih bigire yan jî ji bo xebatên heyetê dixebite, dibe hedef. Ev êriş li hemberî Seîd Hesen e lê di heman demê de ji bo Kazimî jî peyamek e. Heke rast were nirxandin, ji bo serokwezîrê Iraqê jî êrişek e.

Lê ji aliyê din gelê me yê Şengalê û hin çavdêr, diyar dikin tiliya Iraqê jî di vê êrişê de heye. Gelek aliyê vê pêvajoyê hene ku mirov dikare nîqaş bike. Ev jî mijara lêkolîneke li ser vê êrişê ye.

Tişta xerab ev e ku Kazimî di serî de hikumeta Iraqê, derbarê vê êrişa li hemberî nexweşxaneyê û derbarê kesê ku her roj bi rayedarên Iraqê re hevdîtinê dike û ew jî êdî wekî rayedarekî Iraqê ye, dengê xwe nekirine. Ev meseleyeke gelekî girîng e. Li gorî min ev ji bo Iraqê jî girîng e. Bi qasî ku em dişopînim, hin siyasetmedarên Iraqê li hemberî vê bêdengiyê helwesta xwe diyar kirin. Ji ber ku ev meseleyeke girîng e. Divê dewlet îradeya gelê Iraqê biparêze û helwestas xwe diyar bike. Lê ji dêvila ku helwesta xwe diyar bikin, bi qasî ku me ji medyaya Başûr şopandiye, Wezîrê Parastinê yê Iraqê çûye Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re rûniştiye. Hûlûsî Akar kî ye? Qatil e. Kesê ku fermana qetlîama Şengalê daye, ev kes e. Derbarê vî tiştî mirov dikare çi bibêje, mirov nizane. Tişta herî rêzê ku mirob karibe bibêje, bêrûmetî ye. Wî kesî hemwelatiyê te şehîd kiriye, lê tu roja din diçî bi wî re rûdinê! Her dewletek û saziyek, xwedî îtîbar û taybetiyan e, divê van tiştan biparêze. Heke tu van tiştan neparêzî, tu yê çawa bibî îrade? Ev ji bo hikumeta Iraqê jî pirsgirêkeke mezin e.

Hikumeta beriya hikumeta Kazimî jî xwest Tirkiye ji Başîkayê derkeve lê Tirkiye tew ew cîddî jî nestend. Piştre Tirkiyeyê li Kelaşîna Diyanayê 2 generalên Iraqê şehîd kir. Iraqê li hemberî wan tu helwestek nîşan neda. Niha jî ev êriş hate kirin, li hemberî van êrişan jî bêdeng ma. Ka em lê binihêrin, wê sibê êrişî ku derê were kirin! Helwestên wisa hestên şoven ên dewleta Tirk geş dike ku jixwe Tirkiye dixwaze Mûsûl û Kerkûkê dagir bike. Bêdengiya hikumeta Kazimî, ji bo dahatûya gelê Iraqê xetere ye. Ji ber ku ev tişt cesaretê dide daxwazên hegemomîk ên dewleta Tirk. Ya rast ev e, çi dibe bila bibe divê mirov li hemberî van êrişan be. Belkî di hin waran de qels bin lê ew ê karibin di her şertan de îradeya gelê Iraqê temsîl bikin. Ew bi xwe dikarin biryara vî tiştî bin lê li gorî min di vî warî de pirsgirêk heye.

Tiştekî din, a niha li Şengalê hêzeke mezin a girêdayî artêşa Iraqê heye. Artêşa Iraqê bi xwe çû wir û dît ku kî li wir e. Her kes dizane ku PKK ne li wir e. Artêşa Iraqê nikare ji dewleta Tirkiyeyê re bibêje ‘Tu derewan dikî, ez hatim, li vir im, ez serwerê vir im. Rast e li vir YBŞ heye, hemwelatiyên min in lê wekî ku tu dibêjî hêzeke biyan li vir tune’. Nikare vî tiştî bibêje. Ev pirsgirêkeke mezin e. Dewleta Tirk cesaret ji vî tiştî distîne û van êrişan dike. Ji ber vê jî pirsgirêkeke mezin heye û ev tişt girêdayî Iraqê ye. Wisa xuya dike dewleta Tirk roj bi roj kontrola xwe ya li ser Iraqê wê zêde bike û hesabê xwe yê li ser axa Iraqê jî gav bi gav têxe dewrê.  Rastî ev e, divê vî tiştî bibînin û pêşiya dewleta Tirk bigirin.

Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têne meşandin 4 mehan li pey xwe dihêle. Têkildarî şerê ku bi rengekî giran diqewime, hûn dikarin çi bêjin?

Rast e, Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê, sibe çar mehan li pey xwe dihêle. Berxwedana ku heta niha hatiye meşandin di dîroka me ya têkoşînê û dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de rûpelekî nû vekiriye. Bêguman ev yek bi saya şehîdên me yên leheng pêk hatiye. Milîtanên ku xwe bi îdeolojiya Rêber Apo xemilandine, bi pêşengiya Serhat Giravî li ber xwe dan û destan nivîsandin. Di şexsê hevalên Serhat û Sarya de hevrêyên ku di pêvajoya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me dane şehîdên xwe yên leheng dubare dikim.

Di nava çar mehên dawî de gelek xusûsên girîng derketin holê. Eşkere bûye ku îradeya mirovan çawa dikare teknolojiya serdemê pûç bike, çawa dikare bi ser bikeve. Encamên ku heta niha zelal bûne ji bo me gelekî girîng e. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi şêweyê tîmên pispor li ber xwe dan, rêya serketinê nîşan dan. Heta niha serketî ne û eşkere bûye ku ji niha û pê ve dikare encamên çawa mezintir bê bidestxistin.

Di vê mijarê de bi wesîleya Pêngava 15'ê Tebaxê ya Dîrokî me hin nirxandin kiribû. Ji bo dubare nebe nakevim van mijaran, lê belê dikarim bi kurtasî vê bêjim: Ev 4 mehên ku bi berxwedanê derbas bûn ji bo me bi rastî jî gelekî girîng e û encamên xwe yên girîng hene. Di wê baweriyê de me ku ev encama derketiye holê wê bibe bingeha serketinên mezin.

Weke ku tê zanîn li Efganistanê jî şerek hebû, rojên dawî ev şer bi dawî bû. Di wî şerî de jî hin encam derketin holê. Eger em îdeolojiya Talîbanê deynin aliyekî, ji aliyê leşkerî ve DYE û NATO bi ser neketine. Em zanin ku DYE li Vîetnamê bi ser neket û winda kir. Lê belê niha li Efganistanê ne tenê DYE, temamiya dewletên NATO'yê têk çûn. Yanî teknolojiya serdemê têk çûye. Di şerê dijî xelkê Efgan de teknolojiya serdemê ti encam bi dest nexistiye. Yanî di vir de eşkere bûye ku eger civakeke li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, wê karibe teknolojiya pêşketî ya serdemê bê têkbirin. Bi kurtasî di vir de eşkere bûye ku îradeya mirovan esas e. Rastî ev e. Li aliyê din vaye tê gotin, 'DYE'yê bi Talîbanê re li hev kiriye' û hwd. Temam, kiriye lê belê beriya wê têk çûye. Divê ev yek bê dîtin. Di vê mijarê de dikarim vê bêjim: Dibe ku nêrîn û fikrên xwe cuda be lê belê rêbazên şer ên li Efganistanê nîşan dane ku teknolojiya serdemê nikare her tiştî bi ser bixîne. Ya esasî mirov e. Divê her kes encamê ji vê pêvajoyê derxîne. Ji bo şerê heyî yê li Kurdistanê tê meşandin jî heman tişt derbas dibe. Ya esasî îradeya mirov e, baweriya mirov e, afirîneriya mirov e. Di nava 4 mehên pêvajoya şer de ev rastî careke din eşkere bûye.