Hevpeyvîn

ÊDÎ KARAKTERÊ ŞER GUHERÎ

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Di serî de ez Rêber Apo silav dikim. Komploya navneteweyî kete sala 24’an û tecrîda li ser Rêbertî hê jî didome. Sedema wê gelekî hate nirxandin, dewleta Tirk di sala 2014’an de plana çalakiyên çokdanînê amade kir. Di civîna Desteya Ewlekriyê ya Millî de ya ku di 31’ê Cotmeha 2014’an hate amadekirin, biryar dan ku tevgera azadiyê tasfiye bikin. Ev plana temamkirina qirkirina li ser Kurdan bû. Gava pêşîn a vê planê li Îmrali avêtin. Li ser Rêber Apo tecrîd pêk anîn. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran qut kirin. Diyaloga bi HDP’ê re qut kirin. 6 sal in haya me ji Rêbertî tune, li ser wî tecrîdeke gelekî mezin heye. Dixwazin Rêbertî bînin ser xeta xwe û wî teslîm bistînin. Dixwazin têkiliya wî ya bi gel û tevgerê qut bikin. Di vî tiştî de bi ser neketin. Wê nebin jî. Rêbertî sekna xwe didomîne. Tevger li ser xeta Rêbertî têkoşîna xwe didomînin. Gelê me bi pêşengiya Rêber Apo berxwedana xwe bênavber didomîne. 24 sal in li ser Îmraliyê zextên giran, şerê taybet û psîkolojîk û polîtîkayên gelekî qirêj meşandin lê tu encam bi dest nexistin. Rewşeke berevajî wê derket holê, desthilatdariya faşîst ket pêvajoya hilweşandinê. Di pozîsyona Rêbertî de tu guherîn tune lê zilma li ser Rêbertî hê jî didome. Em dizanin zextên li ser Rêbertî zêde kirine.

Hêzên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê ava kirine, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj çavê xwe ji kirinên derveyî siyasetê û hiqûqê re digirin. Li hemberî vê tevgera azadiyê, gelê me û dostên me 23 sal in li hemberî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê di nav têkoşîneke mezin de ne. 6 sal in berxwedaneke gelekî mezin heye. Em dikarin bibêjin polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Tirk di şexsê Rêbertî de li ser gelê Kurd didomîne, hatiye hilweşandin. Gelê me, tevgera me û hevrêyên me yên li zindanan li dora Rêbertî berxwedaneke mezin nîşan dan û ev plan pûç kirin. Îro azadiya Rêbertî di rojeva hemû dinyayê de ye, li hemû dinyayê belav bû û ev têkoşîn êdî bûye têkoşîneke gerdûnî. Ne bi tenê gelê Kurd gelên din ên cîhanê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dimeşînin. Gelek nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîrên li dinyayê azadiya fîzîkî Rêbertî dixin rojeva xwe û nîqaş dikin. Îro azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne bi tenê daxwaza Kurdan e, bûye daxwazeke gerdûnî. Ma ev ne pêşketineke gelekî girîng e?

We jî bal kişand ku li girtîgehan di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de berxwedaneke mezin heye. Yekem car dema pêngav hat îlankirin dest bi greva birçîbûnê kirin û demek dirêj çalakiya xwe domandin. Niha jî rexmê hemû zext û êşkenceyan berxwedaniyeke mezin heye. Hûn polîtîkayên li girtîgehan tên ferzkirin û berxwedana li hemberî wê çawa dinirxînin?

Hevalên li girtîgehan pir xurt tevlê pêngavê bûn û berxwedaniyeke mezin nişan dan. Sala 2020’an girtîgeh bû yek ji cihên ku ji pêngavê re pêşengî kirî. Vîn û seknekî pir bi hêz hat nişandan. Di vê xalê de hemû hevalên li girtîgehan silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Niha jî bi rêbazên cuda berxwedana wan didome. Dewleta Tirk bi salan e ku konsepta qirkirinê li girtîgehan jî didomîne, dixwaze vîna hevalên li girtîgehan bişkîne û wana teslîm bigre. Polîtîkayeke ya teslîmgirtin û îrade şkandinê birêve dibin. Li hemberî ew êrişên dijmin sekneke mezin heye.

Dijmin di girtîgehan de zext, êşkence û şerekî derûnî-taybet ya pir alî pêk tîne. Hevalên me seknekî xurt pêş dixînin û li berxwe didin. Heya niha seknekî pir qawîm pêş xistin û tawîz nedane. Berxwedana zindana hêz û moral da gel û tevgera me. Berxwedaneke pir bi nirx û rûmet e. Ji îro pêdetir jî wê pozisyon û sekna hevalên li girtîgehan dimînin pir girîng be.

Dewleta Tirk a faşîst di girtîgehan de jî plana çokdanînê pêk tîne. Êrişên li ser girtîgehan beşek ji êrişên qirkirinê ne. Divê hevalên li girtîgehê bizanin ku zext û zilmên di girtîgehan tê pêkanîn ji konspeta giştî ne qut e û beşek ji wê ye. Dewleta Tirk îro planeke qirkirinê li ser Kurdan birêve dibe, li ser tevgera azadiyê planeke îmhayê birêve dibe û lingekî vê jî girtîgehin. Yanî êrişên li ser hevalên li girtîgehan tê kirin beşek ji vê planê ye. Ji ber wê jî sekna girtîgehê pir girîng e, weke min di destpêkê de jî diyar kir sekneke bi rûmet nîşan didin û bawerin ku wê ev sekna bi rûmet bidome jî. Dewleta Tirk çi dike bila bike wê nekaribe vîna hevalên li girtîgehê bişkîne, ev ne pêkan e. Wana bê hejmar car ew yek îsbat kirin. Hevalên me yên li girtîgehê bi kûrahî konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk li hemberî gele Kurd birêve dibe dibinin û fêm dikin û li gorî wê bi salane din ava têkoşîn û berxwedanê ne. Bi berxwedana xwe ev plana qirêj vala derxistin. Yek sedemê ku dewleta Tirk ewqasê êrişkar bûye jî ev e. Dibîne ku bi êşkence û zilma ku heya roja îro li girtîgehan birêve dibe encam negirtiye, dîn dibe û hê zêdetir êrişkar dibe. Ji bilî mezinkirina şer ti rêyekî din ji desthilata faşîst re ne maye. Ji ber vê ye li zindanê, li çiya, deştê û li her derê li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiye şer dike û şer mezin dike. Dihizire bê ka dikare bi şer xwe li ser lingan bigre.

Dawiya desthilata ku şer-şîdeta wê politikaya wê diyar dike hatiye. Politikaya şer, înkar û imhaya wê dawiya vê desthilatiyê jî anî. Desthilatek ku li hindur û derwe bawerî û îtîbara xwe wenda kirî û dihele heye. Tirkiye di nava kaoseke mezin de ye. Ligel krîza sîstemê, kiriz-kaosa aborî û civakî di asta herî jor de ye. AKP’ê dewleta 98 salî hilweşand, hewl dide dewleta xwe damezrîne, lê div ê de jî serketî nabe, lewma kaos kûr dibe. Di nava civakê de li hemberî vê desthilata faşîst bertek û nerazîbûneke mezin heye.Muxalefet jî her ku diçe armancên xwe yê polîtîk ên li hemberî desthilata faşîst hevpar dike. Êrişên qirkirinê yên li hemberî siyaseta demokratik jî encam negirt. HDP’ê têkoşîna xwe ya demokrasiye bi rengekî xurt birêve bir û rêve dibe. Têkoşîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî ji gelek aliyan ve êrişên tên kirin vala derxistiye. Di rewşa heyî de palpiştên desthilata faşist heya ku bêjî lewaz bûye û di rewşekê de ye ku piştgirî ne maye. Di siyaseta hindur û derwe de krediyên wê ne mane û sermayeya wê xelas bû. Bi welatên cîran û ne cîran re pirsgirêkên cidî jiyan dike. Bi Emerîkayê re nakokiyên wê hene, bi Ewropayê re nakokiyên wê hene, xwest bi çêkirina hevsengiyekê ya bi Rusyayê re pêvajoyê birêve bibe, heya roja îro wisa hat lê ji îro şûnde zehmet e bi heman şêwazê nikare biajo. Desthilat di pêxirtengiyê de ye.

Heya niha êrişên xwe yên qirkirinê bi piştgirîgirtina ji hindur û derwe de birêve bir, lê ji wê pêdetir zehmete ku di heman astê de piştewaniyê bistîne. Faşîzma AKP-MHP’ê her roja ku derbas dibe têk diçe. Plana çokdanînê ya li hemberî gele Kurd û tevgera azadiya wê birêve dibe îro li wê bi xwe dixe û bi xwe têkçûnê dijî. Ji ber ku ji bilî şer û şîdetê di deste wan de tiştek din ne maye, di şer de israr dike û dixwaze bi vî rengî temenê xwe yê li ser desthilat dirêj bike. Sedemê ku dixwaze bi her derê re şer bike jî ev e. Li girtîgehê ku bi hevalan re şer dike, bi Rêbertî re şer dike, bi gelê Kurd û gerîla re şer dike, bi cîran û cîhanê re şar dike. Yanî êdî rewşekî ku bi aqil tevbigere, bi aqil siyaset bike û têbikoşe tune ye. Aqilê xwe wenda kiriye. Êdî yekane hesaba wan eve ku hê bêhtir bi Kurdan re şer bikin û zilmê bikin, bi vî rengî temenê desthilata xwe dirêj bikin. Ji ber vê di van 6 salên dawî de şer û têkoşîna tê rêvebirin gihîştiye asta herî jor. Ev têkoşîn û berxwedanê kir ku desthilata faşîst ya AKP-MHP bê nuqteya têkçûnê. Ev serketineke mezin e.

Di vê xalê de berdewamkirina sekna berxwedêr û têkoşer a li girtîgehan pir girîng e. Hetanî niha îradeyek gelek bihêz nîşan dan û divê îro pêde jî dewam bike. Hevalên li girtîgehan li ser mîrateyek gelek meizn tedikoşin, mîrateya berxwedana 14’ê Tîrmehê heye. Ev mîrateya berxwedanê ya wan kesên ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê tekoşiyane û bi serketine ye. Di zîndanan de Berxwedan kevneşopî û çand e. Xeta berxwedanê ya Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz’an îro jî xeta berxwedanê ya zîndanan e. Îro jî hevrêyên me li ser vê xetê berxwedaniyên xwe pêş dixin. Nûnertiya vê xetê dikin. Sekneke bi rûmet raber dikin. Xeta berxwedanê xeta serketinê ye. Ya paşerojê, niha û pêşerojê jî encam bigire ev xete ye. Ji ber vê em bawer nakin ku hevalek me jî, li dijî êşkence û zextan lewaziyek herî  biçûk jî nîşan bide. Bi awayek vekirî em di sekn û nameyên ku heval ji me re dişînîn de jî wê ruh û seknê dibînîn. Ruh û îdîayek mezin heye. Ev sekn ruhê pêngavê ye û pêşengîkirina ji pêngava dema azadiyê re jî dewam dike. Bi taybet ji bo hevalên jin dixwazim çend tiştan bibêjim. Gelek hevalên jin bi salan in ku di zîndanan de ne, zilmek mezin li ser hevalên jin jî heye û mercên girtîgehan zehmet in, di vê wateyê de em baş dizanîn ku heval di nav zehmetiyên çawa de dijîn, îradeyek çawa raber dikin, em li hember vê jî rêz û hurmet nîşan didin. Şert û mercên zîndanan herî zêde ji bo jinan zehmet e. Îradeyek bihêz, hişmendî, baweriyek mezin û sekn dixwaze. Hevrêyên me yên jin, bi dehan salan in vê îradeyê raber dikin. Di xeta Heval Sara de di nav seknek birûmet de ne. Sekna wan hêz dide tevgera azadiya jinê. Dikarim bêjim ku hêz dide û em mînak jê digirin. Dijmin zext û êşkenceyên herî giran li hember hevalên me yên jin, pêşdixe. Encax heval bi rengekî xurt li berxwe didin.

Yek jî dijmin dixwaze bi rêya malbatan hevalên me bandor bike û hewl dide îradeya wan lewaz bike. Ji vî alî ve polîtîkayek yê şerê taybet birêve dibe. Eger hinek kesên ku lewaztiyê dijîn hebin, dixwaze van lewaztiyan kûr bike û wan teslîm bigire. Bê guman hevalên me di ferqa van polîtîkayên dijmin de ne.    Berovajî bawer dikin ku di nava hewldana rêxistinkirin û kêşandina malbatan a di nava têkoşînê de ne. Em dizanin ku hevalên me di ferqa şerê taybet ê ku tê rêvebirin de ne, fêm dikin ku ev şer tê çi wateyê û ev hemû êrîş perçeyek ji êrişên qirkirinê ne. Jixwe dewleta Tirk bixwe dewletek ê şerê taybet e. Ev desthilatdariya faşîst jî ji destpêkê hetanî dawiyê, rejîma şerê taybet e. Em di vê xalê de bawerî bi hevalên xwe tînîn û dizanin ku nayên lîstikên bi vî şêwazî.  Ji bo ev polîkayên şerê taybet vala derbikeve, wê hevalên me jî teqez rêbazên cuda biceribînin, wê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Dîsa di vê xalê de taybet sekna hevalên jin gelek girîng e. Hevalên jin hetanî niha jî ji berxwedana zîndanan re pêşengî dikin, li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîneke bihêz didin. Ji îro şûnde jî wê ev sekn dewam bike. 

Rejîma faşîzma AKP-MHP'ê ji her alî ve difeşkile. Herî pir jî li bara berxwedana gerîla zor lê dibe. Hûn li ser şerê Qadên Parastinê yên Medyayê çi dibêjin?

Ev 6 meh in li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa dagirker berxwedaniyeke mezin heye. Ez vê berxwedana bêhempa slav dikim. Şehîdên berxwedanê bi hurmet û minet slav dikim. Dewleta Tirk hewl dide ku tevgerê tasfiye bike .Gava duyan jî dixwaze Başûrê Kurdistanê bi tevahî dagir bike . Ji vî alî ve li her derê êrîşên tasfiyekirinê didomîne. Êrîşa li ser Rêbertî, zindan, gel û gerîla parçeyek ji vê planê ye. Ev şeş meh in li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşeke giran heye û li dijî vêberxwedaneke mezin a gerîla heye. Gerîla li bakur, başûr li ber xwe dide. Armanca dijimn ew e ku tevgerê tasfiye bike û polîtîkaya qikirinê bibe serî.

PDK jî di nav êrîşên qirker ên dewleta Tirk de cih digire. PDK bi roleke pir gemarî radibe. Dibe hevkarê plana dewleta Tirk, parçeyek jê ye. Alîkariyê ji her alî ve dide artêşa Tirk a qirker-dagirker. 90 ji 100'î yê êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê bi îstîxbata ku PDK dide MÎT'ê tê kirin. Cihê gerîla yên sabît û mobîl gav bi gav dide dijmin, bi telefonan koordînatan didin. Ji ber ku PDK'ê cih daye wan heta niha bi sedan hevalên me şehîd bûne. Her wiha bi dehan endamên rêveberiyê şehîd bûne. Ji bilî îstîxbaratê jî hewl dide ku li qadên parastinê yên medyayê têkiliya yekîneyên gerîla ji hev qut bike, qadan ji hev qut bike, bike xelekê û bike hedefa êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk. Herî dawî li Xêlifanê 6 heval, beriya wê jî 4 heval li eynî cihî bi kemînê şehîd bûn.

Divê mirov aşkere bibêje PDK di nav êrîşên qirker ên dijî Kurd de ye. De qey dewleta Tirk ji PDK'ê re gotiye PKK'ê tasfiye bike li çar parçe Kurdistanê tê bibî desthilat. PDK bi vê bawer kiriye. PDK di ber qirkirina gelê Kurd de xeyal dike ku bibe hêz-desthilat. Hesab dike ku bi dewleta Tirk re PKK'ê tasfiye bike, deset li ser destkeftiyên 50 salan ê PKK'ê deyne û wiha desthilata xwe ava bike. Wiha difikire ku nirxên Kurdna li ber dewleta Tirk bixe bazarê, pêşkeşî hêzên derve bike û desthilata xwe bidomîne. Ango li ser qirkirina Kurdan siyaseteke gemarî dike. Jê weye ku bi vê siyastê wê bi ser bikeve. Wî hesabî nake ku piştî dewleta Tirk Kurdên azad tasfiye kir wê berê xwe bide Kurdên noker-xayin.

Îro tişta ku gotinên desthilata faşîst-qirker a AKP-MHP dibêje, PDK jî dibêje. Dibêje pirsa Kurd nîne, Tirkiye welatê herî demokratîk e. Çawa pirsa Kurd nîne? Wekî pirsa Kurd nîne ev çima 24 sal in Rêber Apo li zindanê ye. Pirsa Kurd nebe çima bi deh hezaran girtiyên siyasî li zindanên Tirkiyê ne? Pirsa Kurd nebe çima ev qas şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, wekîlên HDP'ê, hevserok li zindanê ne? Pirsa Kurd nebe çima hewl didin ku HDP'ê bigirin? Pirsa Kurd nebe çima êrîşên dagirker li ser Rojava hene? Pirsa Kurd nebe çima başûrê Kurdistanê tê dagirkerkirin? Çima dixawze Mûsil û Kerkûkê dagir bike, tevlî nav sînorên xwe bike? Pirsa Kurd enbe çima 2017'an dema referandûma Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk got, ev sedema şer e?

Dibêje pirsa Kurd nîne, divê ji gelê me re vebêje bê ka çima pirsa Kurd nîne. Divê aşkere bike bê ka çima di nav êrîşên qirker de ye. Divê bibêje bê ka bi dewleta Tirk re bazara çi dike. Ji bilî tiştên ku me gotin dewleta Tirk çi sozên din dane PDK'ê, divê were gotin. Çima nirxên Kurdan difiroşe, çima PKK'ê dike mijara bazarê? Divê aşkere bike. Pozîsyona PDK'ê ji bo gelê Kurd talokeyeke mezin e. Ji ber ku, heke di nav şerê qirkirinê yê dewleta Tirk de cih negire, dewleta Tirk nikare encameke biçûk jî bistîne û hişmendî, siyaseta mêtinger-qirker wê têk biçe.

Heke PDK di nav vî şerê qirkirinê de cih negirta îro wê bi sedan hevalên me şehîd nebûna. PDK di nav vî şerî de cih negirtta wê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî nehata dagirkirin. Wê ev qas gel koçber nebûya, demografyaya Kurdistanê neguheriya. Dewleta Tirk li Kurdistanê deverên ku dagir dike bi demografiya wê dilîze.  PDK li Rojava û Başûr dagirkeriyê meşrû dike, desteka navnetewî didiyê. Divê sedama vê helwesta gemarî aşkere bike. Divê van hemû tiştan ji gel re vebêje. Ev xet û pozîsyoneke pir taloke ye. PDK niha li dijî gelê Kurd şer dike. Divê ji gel re bibêje bê ka çima li dijî gelê Kurd şer dike û dijminatiya gel dike.

PDK şîrîkê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Armana MHP'ê qirkirina Kurdan e. Bi vê armancê hatiye avakirin .Nîjatperest û kiloxwar e. Felsefaya xwe dijminatiya Kurdan e. Partiya gladyo, dewleta kûr e. Hêzên dewleta kûr di ser MHP'ê re xwe kirine nav siyasetê. Têkiliya MHP'ê û PDK'ê çiye, çima di nav bloka faşîst de ye, divê gelê me pê zanibe.

PDK dewleta Tirk vedixwîne, dibêje dikarî Başûrê Kurdistanê dagir bikî, bes PKK'ê biqedînî, ez ê her cure destekê bidim. Dide jî. Hemû Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike. Çima ev qasî dijminatiyê li gelê Kurd dike?

Gerîla Başûrê Kurdistanê diparêze. Ev 6 meh in li ser Avaşîn, Zap û Metînayê, beriya wê jî li ser Heftanînê û li ser tevahiya Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşeke giran heye û li dijî vê berxwedaniyeke bêhempa a gerîla heye. Dewleta Tirk a faşîst çekên qedexe, kimyewî bi kar tîne. Dema ku ji gerîla derbên giran dixwe, encamê nastîne, çeka kimyewî davêje. Ev çek li gorî qanûnên şer qedexe ne. Ev 6 meh in li gel ku misêwa bombeyan davêje, her cure teknîkê dişixulîne jî encama ku dixwaze bi dest ve nayîne. Nikare berxwedana gerîla bişkîne, nikare bi pêş ve gav bavêje. Heta niha li ser sînor şer heye. Gerîla bi çarçoweya xwe ji nû ve avakirinê bi taktîk û şêwazê êrîşan dişkîne. Gerîla şêwazeke serkeftî ya şer dike. Dijmin ji bo ku vê êrîşê bişkîne giranî dide çekêm kimyewî. Têkilî bikaranîna çekên kimyewî hewceyî bi têkoşîneke civakî heye .Divê dewleta Tirk were teşîrkirin, hesab jê were pirsîn.

Gerîla bi vîneke rajorî mirovî şer dike. Heke bîrewerî û baweriyeke xurt, helwesteke xurt a îdeolojîk û welatparêzî nebe berxwedaniyeke wiha mezin nedikarî were kirin. Azaweriya azadiyê, dilsoziya bi rêbertî û gel vîneke mezin datîne holê. Ev 6 meh in li dijî êrîşên giran ên dijmin bi vîneke mezin şerekî mezin tê kirin. Ev şer ji her alî ve şerekî gemarî, derî exlaq û derî rêgez e. Li dijî vê jî vîna bîrewerî ,bawerî û hêrsê ya mirovî heye, berxwedaniyeke bêhempa heye.

Gerîla îro ne tenê ji bo azadiya Kurdan, ji bo nirxên mirovî jî li ber xwe dide. Ji ber vê, gelê me û mirovahî bi geşkirina berxwedana civakî divê li berxwdana gel xwedî derkeve. Divê bibe parçeyek ji vê berxwedanê. Bibe parçeyek ji vê berxwedanê. Mirov nikare bibêje bila gerîla şer bike, li ber xwe bide, gel biparêze .Gerîla jixwe bi rola xwe radibe. Hêzên dide berxwedana civakî, berxwedana siyasî. Faşîzmê ber bi hilweşandinê ve dibe. Êdî karakterê şer guheriye, bi teqezî serkeftin bi şerê şoreşgerî yê gel e. Berxwedana gerîla parçeyek ji şerê şoreşgerî yê gel e. Yek ji lingê sereke yê şerê şoreşgerî yê gel jî berxwedana gel, şerê gel e. Ji ber vê, gelê me divê bi rengekî pir xurt di nav vê berxwedanê de cih bigire. Gerîla li ser navê hemû mirovahiyê bi rûmetî li ber xwe dide.

Erdoganê faşîst ji bo ku qirkirina Kurdan temam bike, li tiştekî nû digere. Çû Emerîkayê xwest ku bi Bîden re rûne lê nebû, piştre bi Pûtîn re rûnişt. Tê fêhmkirin ku di vê hevdîtinê de li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê hin plansazî hatine danîn. Ev ê bandoreke çawa li ser rewşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê bike. Gel li dijî van helkeftên dagirkirinê divê têkoşîneke çawa bide?

Faşîzma AKP-MHP'ê ber bi hilweşandinê ve diçe. Bi geşkirina şer sala 2023'an an jî beriya wê dixwaze pêşî li hilweşîna xwe bigire. Ji ber vê şerê qirkirinê geş dike, berfireh dike û didomîne. Faşîzma AKP-MHP'ê bi şer dixwaze temenê xwe dirêj bike .Ji bo ku vî şerî bi serkeftî bidomîne hewceyî bi desteka naxwe û derve dibîne. Ji ber vê, di serî de peyanên nerm dan û xwest ku ji Emerîkayê destekê bistîne. Erdogan dam ku çû New Yorkê xwest bi Bîden re rûne. Dema ku Bîden pê re rûnenişt tengijî. Ji ber ku polîtîkayên AKP-MHP'ê tam xizmetê ji berjewendiya Emerîkayê ya herêmê re nake problem hene.  Rayedarên DYE'yê gotin ji Tirkiyê re gotin li ser berjwendiya me ya li Rojhilata Navîn taloke ye .Bîden got, Tirkiye têkoşîna me ya dijî DAÎŞ'ê asteng dike, aramiyê têk dibe. Bi vî rengî Emerîkayê têkiliya AKP-MHP'ê ya bi DAÎŞ'ê re aşkere kir. Bi vî rengî bi rengekî aşker hate vegotin ku pozisyona Tirkiyê li gorî berjwendiya xwe biguherînin, Tirkiyê bikişînine ser xeta xwe. Helbet, detshilata faşîst ev qebûl nekir, armanca xwe ew bû ku ji Emerîkayê alîkarê bistînin, tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bikin, li vî parçeyî qirkirina Kurdan temam bikin. Qira Rojava bînin û plana Mîsak-Î Millî bi cih bînin. Niha tişta ku xuya dike ji Emerîkayê encama ku dixwestin nestandin. Emerîkayê şerê S-400'î li ber Tirkiyê danî. Xwest ku polîtîkaya xwe ya li ser Rûsyayê biguherîne.

Tê fêhmkirina ku Erdogan bi Pûtîn re hin bazar kirine .Wiha xuya dike li ser Idlibê bazar kirine. Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku rêya M4-M5'ê bi temamî bi dest kontrola Rûsya û rejîmê ve berde .Dibe ku di ber vê de Rûsyayê hin herêmên Rojava pêşkêşî Tirkiyê kiribin. Niha tê nîqaşkirin, dibe ku êrîş were ser Til Rifat û Şehbayê, îdîa hene, dibe ku êrîş werin ser Minbiç, Kobanê, Til Temir, li van herêman qada hewayî jî di dest Rûsya û DYE'yê de ye. Bêhtir li ser van qadan disekinin, diyar e ku Rûsya û Tirkiyê li ser vê mijarê bazar kirine. Daxuyaniya êrîşê ya nû ya Erdogan li ser vê bingehê ye .Rûsya ji bo ku ji Tirkiyê tawîzan bistîne Kurdan weke mijara bazarê bi kar tîne .Ango polîtîkayeke ev çend bêexlaq, gemarî ji bo berjwendiya xwe dike. Di nav vê siyasetê de exlaq nîne.

AKP û MHP pir hewceyî şerekî wiha ne. Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe, Erdogan heta sala 2023'an di ser qirkirina Kurdan re dixwaze rejîma faşîst a dîktatorî bike xwedî çarçoweyeke destûra bingegîn. Ji vî alî ve şerekî giştî dike. Êrîşên dagirker ên li ser Başûr têr nabîne, dixwaze êrîşên dagirker ên li ser Rojava berbelav bike. Dixwaze li Tirkiyê pêla nîjatperest geş bike, bi gotina pirsa bekaya dewletê heye partiyên muxalefetê li dora xwe kom bike. Dixwaze HDP2ê û Kurdan zêdetir bike dijmin, tenê bihêle, bi desteka muxalefeta nav pergalê li desthilatê bimîne.

Heke mirov bala xwe bidiyê, van demên dawî raseriya psîkolojîk kete destê muxalefetê. Muxalefet rojevê diyar dike. Pêngava CHP'ê ya li ser pirsa Kurd girîng e.Sedemeke xwe hilbijartin e, lê sedemeke dî jî, li Tirkiyê êdî kî dixwaze were ser desthilatê û li ser desthilatê bimîne divê pirsa Kurd çareser bike. Li Tirkiyê qanûna desthilatbûnê bi têkoşîna me ya 50 salî guherî. Berê yên ku biryardar bûn qirkirina Kurdan bibin serî dibûn desthilat û li desthilatê diman. Niha jî her ku diçe ev qanûn diguhere. Li Tirkiyê ji bo ku mirov bibe desthilat û li desthilatê bimîne divê mirov pirsa Kurd çareser bike. Hêza ku vê vînê nîşan dike mezin dibe û dibe xwedî şansê desthilatdarbûnê. Têkoşîna me ya 50 salan dewleta faşîst anî vê asê. Ev serkeftineke mezin e.

Êdî partî pê dizanin bêyî çareserkirina pirsa Kurd nikarin bibin desthilat. Ji bo ku bibin desthilat hewceyî bi desteka teqez a Kurdan in. Daxuyaniyên CHP'ê bi giştî divê mirov wiha bibîne. Polîtîkayên înkar, îmha û tasfiyeyê ku Tirkiyê heta niha domandî encam neanî û ji niha û pê de jî ne pêkan e ku encamê bîne.

Ev gava CHP'ê rojevek çêkir û piştre HDP'ê jî deklarasyonek weşand. Deklarasyona HDP'ê pir girîng bû. Ev deklarasyona rêya demokratîkbûna Tirkiyê nîşan dide. Gava HDP'ê tevahiya muxalefetê xurt kir. Helwesta hevpar a muxalefetê desthilata AKP-MHP'ê pir tengijand. Desthilata faşîst raseriya psîkolojik ji dest berda. Nema dikare rojevê diyar bike. Vê rewşê em desthilat pir tengijand û hem jî pir qels kir. Jixwe bloka dethilatê ji mêj ve ye diheliya. AKP li bakurê Kurdistanê îro qediyaye. Desteka Kurdan ji dest wan çû. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê li ser vê gava muxalefetê bi plana dagirkirina Rojava pêngaveke dijberî vê datîne.

Bi vê gavê re dixwaze muxaletê jî bêkêr bike, bikişîne cem xwe. Desthilata faşîst, bi gotina pirsa bekayê dixwaze CHP, Îyî Partî û muxalefeta dî jî bikişîne cem xwe. Ev komplo, kemîneke li dijî muxalefetê ye .Niha muxalefet li bara desthilata faşîst ji azmûnekê derbas dibe.  Ji ber ku, beriya niha bi vê rêbazê muxalefet bêkêr kir, bi gotina pirsa bekayê hemû anîn ser xetê. Niha jî dixwaze eynî tiştî bike. Muxalefet divê neyê lîstikê. Ji bo bekaya Erdogan divê yekîtî, xwîşk û biratiya gelên Tirkiyê, gelan neyê fedakirin.

Desthilatê ev ji xwe re kiriye stratejî û taktîkeke sereke. Her dema ku ditengije û tê ber hilweşandinê behsa 'pirsa bekayê' dike, Kurdan û hêzên demokrasiyê weke dijmin radigihîne, pêlan nîjatperest radike, muxalefetê bêkêr dike û bêsiyaset dihêle. Dema bihurî muxalefet hate lîstika AKP-MHP'ê, destek da dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Di rakirina destnedana parlamenteran de CHP bi rol rabû. Li ber muxalefetê niha jî azmûneke wiha heye .AKP-MHP bi girankirina şer dixwaze muxaletê bêkêr bike. Dixwaze HDP'ê tenê bihêle, tasfiye bike û desthilata xwe bidomîne. Ji ber ku bi girîngî dibînm, dîsa dibêjim. Li ber muxalefetê azmûneke girîng heye. Vê carê divê ji vê azmûnê serkeftî bibe. Divê neyê komploya AKP'ê, nebe parçeyek ji vê komployê. Ji ber vê, li dijî şer divê dengê xwe rake, bibe xwedî helwest û polîtîkayê.

CHP got ew ê pirsa Kurd çareser bike. Naxwe bila jidil be. Heke destekê bidin êrîşên dagirker ên li ser Rojava pirsa Kurd çareser nabe. Di siyasetê de divê mirov rast be. Heke mirov bibêje ez ê pirsa Kurd çareser bikim, destekê bide qirkirina Kurdan ev nabe siyaseteke hevgigr, pêbawer. Demokrasîxwazî hewce dike ku mirov mafê sirûştî yê Kurdan nas dike. Heke wiha were kirin siyaseteke hevgir çêdibe. Hiqûqxwazî bi rakirina nehiqûqiya li ser Imraliyê watedar dibe.

Muxalefet li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê divê karibe polîtîkayên alternatîf deyne. Nêzîkatiyeke berevajî wê temenê desthilatê dirêj bike, wê hemû planên xwe bi desteke muxalefetê bi cih bîne.

Li dijî vê hişmendiya qirker a faşîst gelê me li çar parçeyên Kurdistanê divê têkoşîn û berxwedanê geş bike. Heke êrîşeke dagirker li ser Rojava çêbibe divê gelê me berxwedaniya giştî bike. Şerê şoreşgerî yê gel ku gel tevlê bûyî wê serkeftinê bîne, faşîzma qirker hilweşe. Her ferdekî civakê divê weke şervanê YPG-YPJ, QSD be di nav şer de be, bi teqezî xaka xwe bernede. Bi hêzên xwe yên leşkerî re li ber xwe bide, heke vîneke wiha ya gel derkeve holê, dewleta qirker a faşîst her çi jî bike, li bara vîna gel nikare encamê bigire.