Hevpeyvîn

ŞEHÎD BÊRÎTAN, HÊZA XURTKIRINA BAWERÎ Û ÎRADEYÊ YE

Xalîde Engîzek

*Di nav Tevgera Azadîya Kurdistanê de himê xeta azadiyê çawa hate awêtin?

Rêber Apo dema dest bi têkoşîna azadiyê kir, cudabûna xwe di gelek waran de danî ortê. Her çi qas Rêber Apo li ser esasê têkoşîna neteweyî dest bi têkoşînê kiribe jî, aliyên neteweyî li pêş bin jî; lê gava yekemîn ya ku Serokatî avêtiye, bi du hevalên xwe yên Tirk/Laz re avêtiye. Yanî di hêla zanistiya Serokatiyê de aliyê enternasyonal heye. Aliyekî çepgir, sosyalîstiya zanistî heye. Di wan dema de zanebûna sosyalîzmê li gorî xeta Marksîst û Lenînîst be jî, destpêkirin li ser hîmê xeta îdeolojîk dane avakirin, li rex kevneşopiya heyî, Tevgerên Rizgariya Neteweyan, fikrên wê demê di bin bandora sosyalîzma pêkhatî de her çi qas aliyên xwe yên kevneşop hebe jî, li gorî karakterê Serokatiya me, yê ku ji zaroktiyê re çêbû ye, ew jî karakterekî lêgerîna azadiyê ye. Nayê zeftkirin. Qaliban de nayê girtin. Di temenekî zû de dikeve ferqa kevneşopiyên civakê, terzê têkiliyên civakê. Çanda heyî, Rêber Apo di temenên biçûk de têkiliya jin û mêr, dikeve ferqa têkiliya civakbûnê. Koma gund, têkiliyên wan yê civakî, aliyê sosyolojîk de vê ferq dike. Di heman demê de dikeve ferqa çînan. Serdest-bindest, feqîr û zengîn. Ferqa netew, ziman, bawerî, nasnameyên cuda. Van a tevan di temenê biçûk de ferq dike û di Rêber Apo de karakterekî dide avakirin. Ya heyî qebûl nake, red dike. Ji ber ku ya heyî qebûl nake, alternatîfeke wî jî tine ye, di nav lêgerîneke pir dijwar de ye. Di parêznameya xwe de dibêje, ji bo ziman, “Divê dayîk û bavên Kurd bila zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê bikin, da ku wekî min nekevin maratoneke bi êş. Êşa ku min ji bo ziman kişandî heta niha jî ji bîra min naçe.” Ji bo zewaca xwîşka xwe dibêje; ji nişka ve xwîşka min ji ber çavên min winda bû. Têkiliyên zewac û malbatê di wî temenî de ferq dike. Esas li dijî derketina vê kevneşopiyê di zaroktiyê de dest pê dike. Ya herî girîng jî, civakbûnekî li derdora xwe çê dike, hêja di zaroktiyê de klan û komîna xwe çêdike. Çi diyar dike di vê komê de? Jinê tevlî dike. Di bîranîn û xewnên xwe de, di lîstikên xwe de jinê bi cî dike. Bi demê re ev lêgerînên Rêber Apo teşe digirin…Bi demê re wê Serokatî bibe hevalê herî baş yê jinê. Wê bibe lêkolînvan, hilbêrînvan, fikirmendê herî bihêz. Wê sosyolojiya azadiyê rûnênî ser çanda dayîka xwedavend. Vê dispêre çanda neolîtîkê. Ev karakterê Serokatî her ku çû bihêz bû, pêşket. Çawa ku di zaroktiyê de di nav koma wî de jin hebûn, dema ku koma partiyê jî ava kir, jin li dora wî hebûn. Belkî yên destpêkê îro ne bi me re bin jî, lê Hevala Sara jî tevlî dibe, ku ew jî xeta azadiya jinê temsîl dike. Ji hecim û hejmar zêdetir, çawanî-nîtelîk girîng e. Tespîta hatî kirin, rolê hatî dayîn girîng e. Li Kurdistanê rûpelekî nû vekir, dest bi nivîsandina dîrokeke nûjen ya azadiyê kir. Dersên mezin ji raperînên Kurdistanê yên berê derxistin, nirxên wan afirandî jî di xwe de hewandin. Xwe sparte îdeolojiyeke zanist ya azadiyê. Hêja dendike, di wê koma destpêkê de cî da jinê. Bi vê da diyarkirin ku hêja lawaz be, kêm be jî, çanda dayîka xwedavend heye. Li ser esasê kes, civak û nasnameya azad têkoşîna PKK'ê dest pê kir. Bi vî awayî kevneşopiyên paşverû derbas kirin, rewşeke têkoşînê ya nûjen û zanist da destpêkirin. Ji rewşa malbat, eşîr, parçe, herêmî derket û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê fikrekî neteweyî derxist holê. Ji aliyekî ve jî hemû beşên civakê tevlî têkoşînê kir. Hêja di destpêkê de ev tespît jî kir ku, her çi qas pirsgirêka çînî û bindestî heye jî, bi giranî rewşa sosyolojîk ya Kurdistanê, ji ber ku gundî û rênçber in, kedkar in; tenê li ser hîmên çînî wekî partiyên sosyalîst, Marksîst yên klasîk tevnegeriya…

 

Demên pişt re ew xet çawa hate honandin?

Li ser esasê azadkirina jinê, piştî Kongreya Sêyemîn dahûrandin pêş dikevin. Li Ewropa YJWK hatibû avakirin, lê ew rêxistina civakê bû, ne ya gerîla bû. Piştre jinên ku bi têkoşîn, çalakî û berxwedana xwe bûne sembol derketin pêş; li ser wê lêhûrbûnên Serokatî pêş ketin. Di wan salên 90’an de hejmara hevalên jin pir zêde nebû, di nava her taxim, koman de hevalên jin jî hebûn. Lê di sala 92’an de, Şerê Başûr de gelek hevalên jin tevlî şer dibin. Hevala Bêrîtan jî, bi israra xwe tevlî şerê Rûbarokê dibe. Piranî hêza hevalên jin ji ber ku li Başûr bûn, tevlîbûna wan ya şer jî pir zêde çêbû. Li Kurdistanê di şerê me de ast bilind bûbû. Di pêşengtiya hevala Bêrîvan (Binevş Egal) de serhildanan dest pê kiribû, tevlîbûna jinê ya nav refên gerîla zêde bûbû. Sosyalîzma pêkhatî hilweşiya bû, guhertin û veguhertin çêbûbûn li cîhanê jî. Rêber Apo jî dixwest li gorî van guhertinên cîhan û herêmê Tevgerê jî biguherînê û têkoşînê pêş bixe û gavan ber bi rizgariyê ve bavêje. Ji ber vê taybetmendiyên me anî ziman, hêzên kapîtalîst-emperyalîst jî, li ser esasê Sîstema Cîhanê ya Nû dîzayn bikin, Tevgera me li pêşiya xwe wekî asteng dibînin. Lewra Tevgera me gavên mezin avêtine û di Rojhilata Navîn de derdikeve pêş. Ji bo wê jî ev hêz bi Tirkiyê re tifaqeke li hemberî me pêk tînin. Ji bo ku meyla Kurdan û gelên Rojhilata Navîn ne li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê be, meyla Kurdan bi ser xeta hevkar û xayîn be, gavan tavêjin. Li ser vî esasî şerê di navbera PDK û YNK’ê de sekinandin,Parlamentoya Kurdistanê ava kirin. 4’ê Cotmeha 92’an ev parlamento ava kirin. Vê parlamentoyê di rûniştina xwe ya yekemîn de, du bîryar girtin. Bîryar ev in; bi Iraqê re bikevin nav sîstemeke federal; dudo wê bi dewleta Tirkiyê re li hev bikin, bi PKK'ê re şer bikin û ji Başûr derxin. Li ser vî esasî şer li Başûr dest pê kir û li tevayê Başûr belav bû. Rêber Apo vî şerî wekî “Destpêka Komploya Navnenteweyî û destpêka destwerdana Rojhilata Navîn” pênase dike. Şerê herî mezin jî li Heftenîn, Xakûrkê û Zapê çêbû. Di van şeran de hevalên jin bi giştî pir tevlî bûn, rolê xwe lîstin û di asteke bilind de şer, tevlîbûn û şehadet pêk hatin. Ya bûyî sembol jî li Xakûrkê-Lêlikan Hevala Bêrîtan e.

 

*Li çiyayê Kurdistanê gorî xeta azadîyê şerê jinan dikir gihişt çi astî?

 Di vir de sekna Hevala Bêrîtan, ji her alî ve diyar dibe. Beriya şer jî israra tevlîbûna xwe ya şer heye. Çîroka Hevala Bêrîtan bi gelemperî tê zanîn. Tişta Hevala Bêrîtan kir Hevala Bêrîtan heye. Cara yekemîn e ku hevaleke jin şer dike heta ku fişekên wê diqedin. Pêşmerge dixwazin wê bi destan bigirin, birîndar e, fişekên wê qediyan e. Ji pêşmergeyan re dibêje hûn hevkar û xayîn in û xwe di zinarê de tavêje, çalakiya fedayî dike.

Rêber Apo pênaseyan li Hevala Bêrîtan dike…Hêja beriya çalakiya xwe raporek ji Serokatî re dinivîse û dibêje, ez dixwazim dahûrandinên Rêber Apo wekî ceribandina romanekî binivîsim. Wisa difikire û dinivîse. Dixwaze rastiya fikrê Rêber Apo û îdeolojiya partiyê bi zimanê raporê ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re were parvekirin. Serokatî dibêje, “Min ew qet ji bîr nekir, pirsî û dît ku şehît bûye.” Di vir de ya girîng çi ye? Hevala Bêrîtan difikire, statîk û ji rêzê jiyan nake. Tevlî ya heyî nabe, qebûl nake. Difikire, xûliqkarî pêş dixe. Tarzê tasfiyecîtiya heyî red dike. Wê şêwazê jiyana ne li gorî pîvan û dîsîplîne leşkerî red dike. Nêzîkatiyên ji jinê re red dike. Wan digote jinê, ‘şer ne karê jinê ye, tu karê ragihandinê bike, li paş bimîne’, wê red dike. Xeta şer û berxwedanê pêş dixe, israr dike.

Aliyê din jî rûhê wê di nava şer de ye. Di fîlmê wê de pir kêm hatiye nîşandan. Rojnivîskê wê hene. Coş, moral, baweriya bi serkeftinê, ev pir li pêş in. Bi vî rûhî hevalan jî dide şerkirin. Pê re reşbînî, bêhêvîtî, paşde gavavêtin tine ye. Her tim bi rûh û coşeke mezin şerkirin heye. Asta wê ya zanebûnê pir kûr e. Helbesteke wê ya pir tê zanîn heye, di wê helbestê de felsefeya jiyana azad, xweşkahî, xwebûnî, şerkirin û azadbûnê heye. Çi dibêje?

Ya ku şer dike azad dibe

Azad dibe, bedew dibe

Bedew dibe tê hezkirin.

Bi xwe bawer e, serbilind e. Jin an jî mêr, mirov wisa bin têne hezkirin. Di bin hezkirin, bedewbûn, têkiliya dostane, rêhevaltiyê de şer heye. Ger ku tu şer bike, dikare bedew bibe. Ger ku tu azad bibe, tu dikarî bedew bibe. Ji bo wê jî xeta Hevala Bêrîtan, xeta Têkoşîna Azadiya Jinê ye. Xeta bilindkirina şerê azadiya jinê ye. Ji bo wê xeta Hevala Bêrîtan, li hemberî îxanet û hevkariyê, xeta berxwedanê ye. Di vê xetê de, di vê oxirê de bedena xwe parçe dike, di zinarê de tavêje. Ev tê çi wateyê? Ger ku ezê hebim, divê ez zana bim, şerker bim, azad bim, ya xwe bim. Ger ku ez ê ya hineke din bim, ez ê nebim! Ez ê nehêlim fikir û bîrdoziyeke din li ser vê axê serwer bibe. Hevala Bêrîtan, xeta hevkar û xayîn ya PDK’ê li Kurdistan û cîhanê rezîl û ruswa kir. PDK’ê berê jî Şoreşgerên Kurdistanê tasfiye kiribûn, îxanet kiribû. Lê bi şerê li hemberî PKK'ê, bi şehadeta Hevala Bêrîtan rezîl bû. Ew pêşmergeyê ku dixwaze Hevala Bêrîtan bi destan bigire jî bandor dibe, navê keça xwe dike Bêrîtan, rexta wê digire. Ji bo wê jî Bêrîtan ji bo me sembol, ka em ê çawa şer bikin û bijîn. Vê çalakiya Hevala Bêrîtan kir ku Rêber Apo bikeve nav lêhûrbûneke nû. Ev çalakî, sekin, îrade û fikirandin, bûne tovê artêşbûna jin.

 

* Bi bersivdayîna jinên têkoşer ji xeta lêgerina azadîyê re di fikra têkoşîna azadiyê de Rêber Apo ber bi kû ve bir?  

 Rêber Apo dixwest pîvanan bilind bike. Di heman demê de li ciyekî jin hebe, jiyan û rêxistinbûn komîserhev bû, paqijtir û bihêztir bû…

Ceribandina Serokatî ya artêşbûna jin, bi Zelê, ji ber pratîkên Ferhat û Şemo pêş neket, wan derveyî xetê, dixwestin jinê bixin bin hukmê xwe. Ji bo wê jî Serokatî Kongreya Zelê qebûl nekiribû. Gotibû, “Siya zilam ketiye ser wê kongrê.”… Serokatî gotibû, “Çawa ku em wekî gelê Kurd, ji bo xwe biparêzin, nasname û hebûna xwe pêş bixin û azad bibin, artêşbûn lazim e; jin jî divê xwe wekî kom, civat, kes û cîns hebûna xwe bi artêşbûna xwe biparêzê. Ji bo ku bikaribe bibe artêş jî, lazim e rêxistinbûna wê ya cewherî hebe. Li ser wî esasî Rêber Apo dahûrandina artêşbûna jinê pêş dixe. Vê belavokê ji hemû eyaletan re dişîne û dixwaze nêrînên wan jî bigire. Li tevahî eyaletên li Kurdistanê nêzîkatiyên mêrê paşverû derketibû pêş. Di kesayeta Selîm Çurukkaya, Şemo, Ebûbekîr û yên wekî wan de vê temsiliyeta xwe dikir. Nêzîkatiya wan ya jinê, jinê bikin xizmetkara xwe, li paş bihêlin, wekî îrade nebînin bû. Digotin wê jin çawa bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe, çawa bibe artêş?...Îstîsna Botan bû. Dema Rêber Apo ji fermandariyên eyaletan dipirsa, ka em yekîneyên xweser yên hevalên jin, fermandariya wan pêş bixin, di vê mijarê de çi difikirin? Ji wan pirsî bû, derveyî Fermandariya Botanê, yên din hemû li dijî derketibûn…Lê Rêber Apo dema artêşbûna jin pêş xist got, “Li ser esasê newekheviya dîrokî ya newekhevan, em wekheviyê pêş bixin me artêşbûna jinê pêş xist.”

 

*Di wê hêlê de Rêber Apo çi gûhartin dan çê kirin?

Serokatî xwest hin tiştan bişkîne. Mînak, jin bi xwe nebawer bû. Jin ketibû nava şer jî, lê bi xwe nebawer bû. Gelo wê bikaribe ji hêzekî re fermandariyê bike, bide şerkirin? Têgihan û kodên civakî yên li jinê barkirî, bandor li ser fikirandina jinê jî kiribû. Di civakê de dibêjin, “Jin dara şkestî ye, lawaz e.” Lê Rêber Apo ev têgihiştin û fikirînên şaş hemû derewandin, pûç kirin. Rêber Apo îspat kir ku jin jî dikare şer bike, bibe fermandar û pêşeng. Li dijî paşverûtiya zilamê serdest û civaka bi jinê nebawer derket…

 

 *Artêşbûna jinê di nav têkoşîna azadîyê de bandoreke çawa da ava kirin?

 Îro gerilayên jin, bi gava Rêber Apo avêtî û îradeya Wî dayî me; bi têkoşîna Bêrîtan, Zekiye, Zîlan, Sara û Semayan, bûne artêş. Artêş, di YJA-STAR de bû jina şerker ya profesyonel. Artêşbûna jin, gelek tişt bi  PKK'ê dane qezenckirin. Îradebûn, hevaltî, dîsîplîn, baweriya bi azadiya jinê di PKK’ê de bilind kir . Lê heya em gihiştin vê astê me pir zehmetî kişandin, ya herî girîng em ji xwe ne bawer bûn, mêr jî bi me nebawer bû em jî ji xwe nebawer bûn. Lê Rêbertî ev bawerî di me de jî di tevahî binyada Partiyê de jî  çêkir. Bi me da fêmkirin ku jina azad hêjayî welatekî azad e.

Her wiha berê em tenê bi awayê hejmar û fîzikî tevlî gerîla dibûn, lê me pêvajoya tevlîbûna fîzikî derbas kir. Niha em bi awayekî xweser di nava gerîla de weke artêşa jin tevlî dibin, em di mekanîzmayên artêşa Hêzên Parastina Gel de û hemû qedemeyên wê de cî digirin, him pergala  me ya xweser heye him jî di mekanîzmayên gîştî de bihêz cî digirin. Wekî din jî him giştî him xweser weke hêza me ya jin di hemû branşan de li pêş in. Fîzîk û zekaya jinê li gora şerê demê hîn zêde gûncan e. Ji ber karekterê şerê niha piranî li ser teknîk û taktîk tê meşandin, li ser hûrgilyan dimeşe. Di vê watê de jin di hemû branşan de, sekvanî, sabotaj, serdegirtin, kamûflaj, îstîxbaratê de him fêr dibe him jî bi hêz tevlî dibe, ji ber jin parçeyk ji xwezayê ye. Di çiya de bi nasnameya YJA-STAR weke hêzek profesyonel şer dike û têkoşînê dike. Li her çar parçên Kurdistanê jî bi nasnameyên cuda weke YPJ, HPJ , YJŞ, YPS jin xwe bi rêxistin kirine. Ya herî girîng jî di civaka me de, zanebûna xwe parastinê hat pêşxistin û niha li ser hîmê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxstin kiriye. Bi şehadeta hevala Bêrîtan û artêşbûna jin re êdî ev rastî hate fêmkirin ku jin nikare parastin û ewlekariya xwe li benda mêr bihêle. Di çarçorveya xweparastinê de têkoşîna jinan li cîhanê derbasî asteke nû bû, êdî xweparastin ketiye rojeva jinên cîhanê jî.

Dîsa vê şerî piştî şehadeta hevala Bêrîtan fermandarên xwe yên nû û yên pir leheng weke Çîçekan, Berçeman, Delalan, Azêyan, Nalîn û Hêlînan, Jiyan, Rojhilat û Sosinan derketin û bûn sembola jinên fermandar. Bi kinahî ji bo jin rast bijî, xwebûna xwe pêk bîne, divê şer bike, ji bo şer bike divê xwe bi rêxistin bike, bê rêxistina xweser jin nikare hebûna xwe berdewam bike. Di vê wateyê de hevala Bêrîtan û artêşbûn bûne yek, dîsa artêşbûn jî li ser hîmê partîbûnê pêşketiye. Pîvanên artêşbûna jin pîvanên partîbûnê ne. Ji ber kesayeta azad û jina azad, civaka azad dikare were sazkirin. Di vê wateyê de jî artêşbûna jin jî temînata jiyana azad e.

 

*Ew têkoşîn niha gihiştîye pergalekî?

  Bi KJK’ê re bû sîstema jiyanê. Bi Jîneolojî bû zanista jiyanê. Heqîqeta jinê, bi jiyanê re bû yek. Têgehên Jin, Jiyan, Azadî; bû ala azadiyê û îro di destên hemû jinên azadîxwaz de bilind dibe. Ne tenê jin, mêr, civak, bindest, kêmar, têkoşer hemû di bin banê vê sloganê de li azadiya xwe digerin, dixwazin li gorî heqîqeta xwe bijîn. Îro PAJK, cewherê PKK'ê ye. PKK, Partiya Jinê ye. Ev jî diyar dike ku Bêrîtan ne tenê jineke şerker e. Bêrîtan, remza gerîlaya azadiyê ye. Bêrîtan, israra têkoşîna serfiraziyê ye. Bêrîtan, hêza xurtkirina bawerî û îradê ye. Bêrîtan, hêviya serkeftinê ye. Bêrîtan, ya ku şer dike, azad dibe, azad dibe tê hezkirin e.