Bi wesîleya salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê em şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz, hesret û minet bi bîrtînin û 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê welatparêz, gerîlayên fedayî û ciwanên şoreşger ên Kurdistanê pîrozdikin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xeta berxwedanê ya fermandar Egîd di dilê xwe de neqişandine. Gelê Kurd hêrsa xwe ya li dijî dijmin nîşan da, baweriya xwe bi wê yekê anî ku ji bilî azadî û rizgariyê tiştekî hêja nîne. Ciwanên Kurdistanê bûn xwedî îradeya hesabpirsîna ji dijminê qirker faşîst û diyar kir ku azadî tenê bi têkoşîna çekdarî dibe. Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê xeta lehengiya fedayî afirand.
Ya ku îro li Zap, Avaşîn, Metînayê li ber xwe dide ev xet e. Berxwedana gerîla ya ku bi heybetî li her bihosta çiyayên Kurdistanê destanên fedayîtiyê dinivîsîne, nîşaneya ruhê 15'ê Tebaxê ye. Van rojan ku em cejna vejînê ya 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê ji her demê bêhtir xwe bi vê heqîqetê binirxînin, kûr bikin, bi rêxistin bikin û bikevin nava liv û tevgerê.
Rêber Apo li Kurdistanê nifşekî ciwanan ê egîdî afirandiye. Egîdî navê hilanîna tolê ji faşîstên qirker e. Egîdî têkbirina astengiyên li pêşiya daxwaza şoreşê û azadiyê ye, meşa ber bi serketinê ve ye. Egîdî têkbirina dijmin e. Li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya qirker faşîst, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz şoreşger divê bi Egîdbûnê bersivê bidin."
Ruhê gerîla yê li Zagrosan bûye mîna baz, li tax, kolan û bajarên Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan divê bibe yek. Ev yekîtî wê derba dawî li faşîzmê bixe. Di sala 38'an a 15'ê Tebaxê de wê serketinê misoger bike. Dem dema serketina ciwanên Egîdbûyî ye.
Bijî rihê 15 Tebaxê!
Bijî Rêber APO
15'ê Tebaxê 2021
KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN
Weke fîşeka destpêkê ya li dijî faşîzm û koledariyê diyar bûye. Ev fîşeka ku li koletî û faşîzmê hate xistin, Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, hişmendî da, bi fedakarî û wêrekiyê tevlî pêvajoyekê kir. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê bêguman xwe dispêre vê zemîna dîrokî, vê mîrateya danheviyê
Ji xwe ev pêvajo piştre bi navê Şoreşgerên Kurdistanê weke tevgereke ciwanan dest pê kir. Li ser ruhê têkoşîn û dînamîzma ciwanan bi pêş ket. Di 15'ê Tebaxa 1984'an de bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz li Dihê û Şemzînanê bi pêngava gerîla dest pê dike. Têkoşîna ku qonax bi qonax mezin bû, bi wêrekî, biryardarî û fedakariyê li dijî mêtingeriyê, koletiyê û hewldanên qirkirina Kurdan, biryareke, helwesteke. Ji ber vê yekê wêrekiyeke mezin dide tevahiya Kurdistanê. Wêrekiyê dide gel û ciwanên Kurdistanê. Li ser vê yekê pêl bi pêl ji bajarên Kurdistanê tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû. Û bû têkoşînek ku ji daxwaza azadiyê ya ciwanan pêl bi pêl mezin bû. Ya hate wergirtin biryara azadbûnê ye. Biryara rizgarkirina Kurdistanê ye. Biryara afirandina Kurdîtiya Azad e. Lewma têkoşîneke ciwanên Kurdistanê ye ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide.
Di sala 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de di çarçoveya pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de em bi biryar in ku derba kuştinê ya dawî li dijmin bixe û dijmin ji Kurdistanê biqewirîne. Bi vê armanc, îdîa û biryardariyê em ê bi hemû hêza xwe seferber bibin, têkoşînê dewam bikin. Di rewşekê de ku ji bilî têkbirina faşîzmê rêyeke din, jiyaneke din nehatiye hiştin, em di demekê de ne ku faşîzm bi rengekî topyekûn êriş dike, hewl dide Kurdan qir bike.
Lewma li her devera Kurdistanê, rejîma qirker ji bo kuştina Kurdan zend û bend ba daye û dest bi êrişeke berfireh kiriye.Faşîzm li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, li gel Bakurê Kurdistanê li Rojava û Başûrê Kurdistanê her roj ji bo tunekirina Kurdan, ji bo tunekirina nirxên bi berdêlên mezin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatine afirandin tune bike bi her rê û rêbazê êriş dike. Di pêvajoyeke wiha de ji bilî xweparastin û berxwedanê şensekî din ê Kurdan nemaye.
Rejîma qirker faşîst her roj bêhtir har dibe û ji bo qirkirina Kurdan şer dike, êriş dike. Di pêvajoyeke wiha de ku ciwanên Kurdistanê her tim dibe hedefa zilm, îmha û înkarê, di demekê de ku li metropolên Tirkiyeyê her roj êriş li dijî Kurdan tê kirin, dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê bi her awayî li dijî mêtingeriya har a faşîst bikeve nava liv û tevgerê. Bi vê bawerî û wêrekiyê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li refên gerîla tevlî berxwedanê bibin û faşîzmê têk bibin.
12'ê Tebaxê 2021
ENDAMÊ KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN ANDOK ÇEKDAR
Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku ava bûyî û wir ve serî li rêbazên şerê taybet dide. Rejîma AKP-MHP jî vê polîtîkaya şerê taybet didomîne. Dewleta Tirk ji dîrokê ve ti carî ev çend mezin şerê taybet nekiriye. Bi esasî ev şer dijî sirûşt û hebûna civakê ye. Li vir jî girîng e ku were dîtin bê ka li ser civaka Kurd û Kurdistanê şerekî çawa yê taybet tê rêvebirin. Ev şerê man û nemanê ye. Ev şer ne tenê şerê di navbeyna gerîlayên azadiya Kurdistnaê û polîs, leşker û MÎT'a dijmin de ye. Ev wiha xuya dike lê li pişt perdê pir cihê ye. Çarçoweya wê pir cihê ye.
Behsê kiribû ku dewleta Tirk ji serî heta binî rejîma şerê taybet e. Dewleta Tirk ji roja ku ava bûyî heta niha serî li rêbazên şerê taybet dide. Rejîma AKP-MHP'ê jî vê polîtîkaya şerê taybet didomîne. Dewleta Tirk ji dîrokê ve ti carî ev çend meZin şerê taybet nekiriye. Bi esasî ev şer dijî sirûşt û hebûna civakê ye. Li vir jî girîng e ku were dîtin bê ka li ser civaka Kurd û Kurdistanê şerekî çawa yê taybet tê rêvebirin. Di hedefa wan de Kurdên azad hene.
Dixwazin nirxên civakî tine bikin .Bi vê çarçoweyê êrîşê bi ser hemû gelan de tînin. Ji ber vê mirovên ku têkoşîna azadiyê ji xwe re esas dibînin dikin hedef. Dijmin pê dizane bê ka li Bakurê Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê çendî girîng .e Ji ber vê polîtîkayên xwe yên gemarî li hemû deverên ku têkoşîn û berxwedan heye sazkar dikin û wiha dixwazin bi ser bikevin. Bi vê çarçoweyê rêbazên weke fihûşê, sîxûriyê û hwd. bi kar tînin. Berê ev rêbaz li Kurdistanê bi rengekî rûtîn dihate kirin lê van şeş salên dawî bi rengekî taybet dikin. Vê polîtîkayê jî rejîma AKP-MHP rê ve dibe. Bi tabetî li ser van gavan disekinin.
Rêbertî nasnamyek bi dest ciwanan xist. Ciwanên berxwedêr û têkoşer afirand. Dijmin dixwaze vê potansiyelê berevajî bike. Ji bo vê bike jî giranî dide şerê taybet. Niha şerê taybet bêhtir li ser ciwanên Kurdistanê tê rêvebirin. Bi madeyên hişbir, fihûşê dixwazin ciwanan ji rê derxin.
Dixwaze malbatên şehîdan, gerîlayan bîne cem hev û wan li dijî tevgera azadiyê bi kar bîne. Em bi van dizanin. Malbat jî pir xweş bi vî şerê taybet dizanin. Şerê ku dijmin li çiyayan li dijî gerîla dike, li bajaran jî dixwaze li ser malbatan bike. Gerîla niha li çiyayên Kurdistanê şerekî mezin dikin. Vîna gerîla dijmin bêgav hişt. Heke ji vir em encamekê bistînin şerê taybet ê dijmin em dikarin pûç bikin.
Gerîla li Mam Reşo xeta Rêbertî li ber xwe datînin. Îro li Zendûra, Werxelê, Cîloya Biçûk rihê Rêbertî tê jiyîn. Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê xeta Rêbertî mirov li ber xwe deyne. Heke li ser vê xetê mirov tevbigere mirov dikare polîtîkayên şerê taybet pûç bike. Dijmin bi şerê giştî dixwaze encamê bistîne lê em em deh caran jê zêdetir dikarin bersiv bidin dijimn û bi ser bikevin.
7'ê Tebaxê 2021
ENDAMÊ KOORDÎNASYONA KOMALÊN CİWAN OZGUR ŞERKER
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ala azadî û rûmeta mirovahiyê li ba dide. Bi berdêleke giran hêza xwe bi temamî seferber kiriye û vê alê li ba dide. Çiyayên bi heybet ên cografya Kuridstanê ji berxwedana bi şeref û rûmet a li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê re şahidiyê dike.
Ciwanên Kurdistanê jî divê sûdê ji vê berxwedanê werbigire û agirê azadiyê geş bike. Li ku dibe bila bibe divê tilîliya berxwedanê ya gerîlayên li Zagrosê bibihîze, li cihê ku lê ye li dijî dijminê faşîst bikeve nava liv û tevgerê. Eger ciwanên Kurdistanê xwe bi berxwedana gerîla re bike yek wê zordariya faşîst a Erdogan-Bahçelî hilweşe. Divê ev firsenda dîrokî teqez bê bikaranîn û di vê demê de derba kuştinê li faşîzmê bê xistin..
Ev polîtîka wê careke din têk biçe. Bi xeyalê ku gerîla li Zagrosê, Metîna û Heftanînê wê bi tenê bimîne hesabên xwe kiriye. Lê belê vê şoreşê gelek caran têkoşîna xwe ispat kiriye. Gerîlayên Kurdistanê û şoreşa Kurdistanê li ku dibe bila bibe ji rastiya gel û ciwanan qut nabe, têkiliyeke xurt a navbera wan heye.
Gelekî girîng e ku ciwanên Kurdistanê sekna xwe timî mezin bike, bi pêş ve bibe û herdamîmî bike. Şoreşa azadiyê ya Kurdistanê wê bi têkoşîna yekbûyî ya gel û gerîla biçe serî. Ti hêza faşîst nikare vê îradeyê bisekinîne. Divê ciwanên Kurdistanê, li her derê gel zane bike, bi rêxistin bike, rake ser piyan, ruhê gerîla li her derê seferber bike û pêşengiyê ji berxwedana gel re bike.
Divê ciwanên Kurdistanê bikeve nava hewldan, ked û kûrbûna vê yekê. Divê îradeya bi milyonan mirovî nîşanî dost û dijminan bide. Dem ew dem e ku ciwanên şoreşger û welatparêz ên Kurdistanê seferber bibin.
Bêguman wê dîrok rastiya her hêzeke li Kurdistanê bi her awayî raxe pêş çavan. Wê berxwedanê jî, xiyanetê jî binivîsîne. Ya ku divê niha bê kirin ew e ku li dijî helwesta provokasyonê, li hemberî PDK'ê sekneke xurt bê nîşandan. Heta ku PDK dest ji helwesta xwe ya xiyanetê û nokeriyê berde, divê têkoşîn bê meşandin." Şerker got, "Divê PDK jî baş zanibe ku di şerekî gengaz de wê ciwanên şoreşger ên Kurdistanê bi berxwedaneke fedayiyane tevbigere, dakeve qadan.
Têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Bi felsefeya Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê bi rengekî ku li heybeta van çiyayan bê, gerîla bi lehengî li ber xwe didin. Her wiha li Kurdistanê û derveyî welat bi pêşengiya ciwanan gelê me di nava pêngaveke girîng a çalakiyan de ye. Di encama vê têkoşînê de dewleta Tirk a qirker faşîst lawaz bûye, li ber hilweşînê ye.
Asta berxwedanê ya ku di vê demê de bê nîşandan wê çarenûsa şer jî diyar bike. Ciwanên Kurdistanê divê potansiyela xwe, hêza xwe, hişmendiya xwe bixe dewrê û seferber bibe. Xeta têkoşînê ya pêvajoyê teqez ev yek e. Divê ti bûyer ji rêzê neyê dîtin. Her ciwan, he rêxistiniyeke ciwanan divê xwe bispêre hêza xwe û di her kêliyê de bersivê bide êrişên dijmin. Li dijî dijminê faşîst eger em bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin di vê pêvajoyê de em ê bi ser bikevin. Divê em ji vê bawer bin û ji bo vê armancê bixebitin. Her qad, her herêm, her welat, her cih divê bibe navenda seferberiya têkoşîna li dijî faşîzmê.
18 Pûşber 2021
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker