Jin

Komploya Herî Berfireh Li Ser Jinan; Nêçîra Cadû û Sêhirbazan

Leyla Qasim li gundekî Xaneqînê weke zarokeke malbateke welatparêz tê dinê....

Sema Delîl AMED

Beriya serdema Ronesansê li Ewrûpayê civak di serdemeke feodaltiyê de derbas dibû. Xerabûna civakê gihîştiye asteke bilind; dizî, talan, nexweşî, mirin, nezanî, feqîrî û hwd. bûne parçeyên jiyana rojane. Komunên gel ên heyî jî hatibûn belavkirin, ji aliyê derebegên feodal ve axên çandiniyê bi şer û pevçûnan dihatin girtin, desteserkirin. Xiristiyantî ji cewherê xwe hatibû dûrxistin û di dêran de ji bo berjewendiyên rahiban amûreke xapandinê bû. Dêr êdî nikaribû ji pirsgirêkên civakê re bibe çareserî. Ji bo ser vê rewşê binixumîne jê re gunehkar pêwîst bûn. Rewşa jinê ji bo vê dest dida. Hem di raya giştî de cî nedigirt, hem di dêrê de roleke wê ya bingehîn tune bû, di jiyanê de tenê pêjna wê mabû, kurt û cewherî ji hêzê de hatibû xistin. Ji feqîriyê ketibû rewşeke ku xweşikiya wê nemabû. 

Ji hemû xerabiyên, bûyerên kesî nedikarî pêşî lê bigire jin, bi taybetî jinên pîr û jinebî, bêxwedî  berpirsiyar dihatin girtin. Lê di vê hindê de em dinihêrin ku jin qet jî ew qas bêhêz nebû. Bi ezmûnên xwe yên ji serdema neolîtîkê ve jiyanê berdewam dikir. Bi dermanên bixwe çêdikir nexweşiyan baş dikir, hemû xwarinên xwe bi destê xwe berhev dikir, derdorên xwe xwedî dikir. Ev hêza wê ya awarte, kêrhatin, enerjî û zanabûna wê dihişt ku navên weke cadû û sêhirbaz lê bên kirin.

Derbarê qaşo cadû û sêhirbazan de darizandinên bi girseyî destpêkê ji salên 1397’an heta 1406’an li kantonên Siwêd pêk tên. Pêşî ev darizandin li dadgehên engizîsyonê dihatin kirin, di sedsala 16. de dadgehên laîk jî tevlî vana dibin. Mirovên dihatin darizandin ji sedî heştê jin bûn. Di 1484’an de Papa ferman derdixe û ji bo koka wan biqelîne du rahib erkdar dike. Bi vî rengî nêçîra cadûyan ji aliyê Papa ve tê erêkirin. Di 1487’an de Herîcus Înstitoris û Jakop Sprenger derbarê cadûyan de bi navê “Çakûçê Cadû” pirtûkek dinivîsînin. Li gor vê pirtûkê di binê cadûtiyê de daxwaziyeke cinsî ya têr nabe heye. Sereke armanca cadûyan qelandina mêraniya mêran e. Bi vî rengî nav û dengê xerab ê cadûyan li hemû Ewrûpayê hat belavkirin, di hişê mirovan de hat bicîkirin.

Di 1595’ê de li Hollandaya rêveberiya Îspanyol kral Phlîpê II. bi ferman-nameyekê di bûyerên  sêhirbaziyê de jinên pîr sûcdarên sereke nîşan da. Ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku nêçîra jinên zana bi giranî bi destê dêrê, papaz, rahib û papayan hatî kirin. Ji sedsala 14. heta serê sedsala 18. bi deh hezaran jin, bi sûcdariya cadûtî û sêhirbaziyê bi rêbazên şewitandin û darvekirinê hatin qetilkirin.

Ev qetlîam; di dîroka mirovahiyê de belkî jî komploya herî giran bû ku li serê jina dayîk, a pîr û zanyara civakê hat gerandin. Mêrê desthilatdar bi van qetlîaman xwestibû hemû zanînên mirovahiyê bi tevahî bigire bin destê xwe, jinê ji van taybetî û kêrhatinên wê qut bike. Ji bo careke din nikaribe di civakê de rola pêşeng bilîze derbeya herî giran û xedar lêxist.

 

Qurbana Komploya Şoreşa Dijber û Demokrasiya Sosyal a Alman Rosa  

Weke zaroka malbateke cihû di 1871’ê de li bajarekî (Zamoş) Polonyayê tê dinê Rosa Lukxembûrg.  Hê ji ciwaniya xwe ve di nav tevgerên sosyalîst de cihê xwe digire. Li Zurîhê perwerdeya zanistên xwezayî, bîrkarî û aboriyê dibîne. Di rojnameyên karkeran de nivîsevaniyê dike. Endama Partiya Sosyal Demokrat a Polonyayê ye û di kongreya 1893’yan a Enternasyonala II. de partiya xwe temsîl dike. Ji 1898’an û şûn ve bi tevahiya hêza xwe tevlî tevgera têkoşîna karkerên Alman dibe.

Bi teoriyeke xurt a entelektuelî, ji bo sosyalîzmê di nav mirovahiyê de belav bike bi hemû hêza xwe dixebite. Taybetiya wê ya herî girîng; şoreşgereke xwedî kêrhatina fikirandina serbixwe bû. Wê baş dizanibû ku şertê herî girîng ê Marksîstbûnê; mirov bi rêgezên Marksîzmê re girêdayî bimîne û bikaribe serbixwe bifikire û tevbigere. Ji ber vê yekê ye ku berhemên wê heta niha jî heman eleqeyê dibînin. Clara Zetkîn ji bo wê dibêje; “Fikra sosyalîzmê; hem di dilê wê hem jî di mêjiyê wê de azweriyeke bi hêz, xurt bû. Ew, ji bo şoreşê şûrekî tûj, agirekî zindî bû.”      

Bi hişê xwe yê zelal, bi çalakgeriya xwe, di nav têkoşîna sosyalîzmê de cihekî girîng girtûbû. Bêtirs, bi wêrekî dikaribû bi ser dijberî û şaşîtiyan ve biçe. Di têkoşîna sosyalîzmê de tu carî reformîzmê qebûl nekiribû. Ev taybetiyên wê, fikrên wê yên radîkal, ji bo Demokratên Sosyal ên Alman bûbûn xeteriyek. Yan wê Rosa bi van fikr û çalakiyên xwe ji holê bihata rakirin yan jî wê her tim li pêşiya desthilatiya wan a lîberal bibûya kelem û astengeke xurt. Di vê astê de nikaribûn rîskeke wiha li ber çav bigirtina. Tenê dikaribûn bi komployekê wê ji holê rakirina. Di 15’ê çileya sala 1919’an de li Berlînê bi hevalê wê yê têkoşîna sosyalîst Karl Lîebknecht re wê kuştin.

Beriya ku bê kuştin li Berlînê di nivîseke xwe de gotibû “Ez hebûm! Ez heme! Ez ê hebim!”  bi van gotinên xwe rastiyeke dîrokî dianî ziman. Her çiqas bi fizîkî ji holê hatibe rakirin jî fikr û çalakiyên wê, berhemên wê, heta roja me jî di têkoşîna sosyalîst a mirovahiyê de bûne weke find û meşaleyek û rêya jinên kedkar ronî dikin. Yanê di bîr û hişê civaka exlaqî û polîtîk de wê her hebe...

 

Leyla Qasim; Qehremanek e Ku Tif Kiriye Rûyê Celadê Xwe

Di nav gelê kurd de, bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê, hema bêje kes ji me tune ye ku ji zaroktiya xwe ve nav û dengê Leyla Qasim nebihîstibe. Bi canfedayî û sekna xwe ya qehremanî di dilê tevahî gelê kurd de cihê xwe girtiye. Gelê kurd bi berxwedaniya wê ew qas serbilind e ku navê wê li keçên xwe yên nû tên dinyayê dikin. Her keça ku navê wê digire bi giyana xwe Leyla Qasim nemir dike û digihîne pêşerojê.

Leyla Qasim li gundekî Xaneqînê weke zarokeke malbateke welatparêz tê dinê. Hê ji zaroktiya wê ve hestên welatparêziyê di dil û mêjiyê vê keça kurd de cî digirin. Ji ber sedemên feqîriyê piştî ku koçî Xaneqînê dikin Leyla li vê derê perwerdeya dibistanê berdewam dike. Li dibistanê, berevajiyê zanînên ji aliyê rejîmê tên hînkirin hestên wê yên welatparêziyê kûrtir dibin.

Tevî ku ji pêncan yekê nifûsa dewleta Iraqê kurd in jî ji ber netewparestiya ereb, polîtîkayeke tune hesibandinê li ser gelê kurd tê meşandin. Di 17’ê tîrmeha 1968’an de sûbayên BAAS’ê bi derbeyekê rêveberiya welêt digirin bin destê xwe. Leyla Qasim di 1971’ê de li Zankoya Bexdayê beşa sosyolojiyê dixwîne. Bexda ji ber ku navenda rejîma BAAS’ê ye pêkutiya li ser xwendekarên kurd jî gihîştiye lûtkeyê, asteke bilind. Di wan salan de Leyla Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê nas dike û bi rêya vê rêxistinê çalak tevlî têkoşînê dibe. Piştî demeke kin jî dibe pêşmerge û bi vî rengî rêya azadiyê berdewam dike. Bi taybetî girîngiyê dide ser rêxistinbûna bajaran û têkoşîna di van deran de bên meşandin. 

Di wan salan de peymana otonomiyê tê çêkirin, lê hê 4 sal di ser re derbas nabe di 1974’an de peyman tê xerakirin. Li ser kurdan êrîşên xedar dest pê dikin. Bajarên kurdan tên bombebarankirin, xwendekarên kurd tên qetilkirin, girtin û îşkence bê hed û hesab in. Leyla Qasim tu car ev zilma li ser gelê wê tê meşandin qebûl nake. Li hember vê zilm û zordariyê bi hevalên xwe re biryar digirin ku êdî li çiyayan xwe birêxistin bikin û bi vî rengî derbeyê li rejîmê bixin.    

Rejîma BAAS’ê, di 28’ê nîsana 1974’an de tevî Nerîman Fuad û sê hevalên wan ên xort Leyla Qasim digire. Di raya giştî de wan weke terorîst didin nîşandan. Îşkenceyên giran li wan dikin. Armanca wan ne tenê bêbandorkirin an jî kuştina van ciwanan e. Dixwazin di şexsê wan de, bi taybetî di jinan de çirûska agirê azadiyê hê tam pê neketiye vemirînin. Wan ji rêya wan bizîvirînin.

Leyla Qasim bi awirên xwe yên tûj, wêrek, ên kêliyek jî armanca xwe tawîz nedayî, li ser dijmin tirseke mezin daye çêkirin. Dijminê har, bi vê tirsê îşkenceyên xedar li bedena wê dikin, dixwazin wê radest bigirin û di şexsê wê de şiyarbûna jina kurd asteng bikin. Lê tu car nikarin ne bedena wê ne jî ruhê wê yê serhildêr, berxwedêr bandor bikin û radest bikin. Çiqas îşkence lê bikin jî nikarin gotinek jî ji devê wê bigirin. Bi mirina xwe nirxên gelê xwe diparêze. 

Ev gotinên wê yên di dadgehê de gotî wê di dîroka berxwedana jina kurd de cihê xwe bigirin; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi hezaran kurd hene ji xewa mirinê şiyarbûyî. Ez kêfxweş û serbilind im ku min xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir.” Dîsa dema ji wê dixwazin poşman bibe û efûyê ji wan bixwaze bersiva wê kevneşopiya berxwedana jina kurd tîne ziman; “Ger ez ji jiyana karên vê dinyayê poşman bibim, ew jî wê poşmaniyek be ku min demeke dirêj ji bo gelê xwe têkoşîn nedaye û zû şehîd dikevim. Ger lêborînek bixwazim ew jî ji gelê kurd e, ji ber ku têra xwe ji bo gelê xwe nexebitîm!”

Ew dijminê nikarî vê jina qehreman ji rêya azadiyê bidin vegerandin di 12’ê gulana 1974’an de bi hevalên wê re wan darve dikin. Sekna wê dibe sedem ku berxwedanî di jina kurd de bibe berdewama kevneşopiyekê.