
Ez PKK'ê baş nas dikim, qet têk naçe' û em îro şervanên vê perspektîfê ne. Di karakterê PKK'ê de çokdanîn, teslîmiyet nîne. Gerîla li hemberî her êrişê bêhtir xurt dibe û îradeya wan dibe pola.
Aciziya ji ber vê yekê bi gotinan nayê ser ziman. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê em bi taybetî bang li jinên Başûrê Kurdistanê dikin; divê rabin ser piyan, xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkevin. Di mijara yekîtiya neteweyî de divê bi rola xwe rabin. Herî zêde divê ew îro li ber dagirkeriyê rabin.
SÎHA, ÎHA yên ku çiyayên Kurdistanê her roj bombe dikin, daristanan dişewitînin, talan dikin û xwîna gerîlayan dirijînin ji Êlih, Amed û Meletiyê radibin. Pîşesaziya şer li Bûrsa, Enqere, Edene û mixabin li Hewlêrê ye. Ev dever hemû divê her tim bibin qada çalakiyê ya jin û ciwanan. Jin û ciwanên ku derfetê tevlîbûna li nava refên gerîla nabînin, çima li gundê xwe, li taxa xwe, li bajarê xwe nikaribe li ber teknîka dewleta Tirk a dagirker rabin? Her kesên xwedî wijdan û ruh bêguman dikare li çeperên gerîla li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran, qirkeran û faşîstan şer bikin. Têkoşîna herî bi rûmet têkoşîna gerîla ye. Lewma her kesên ku dixwazin bên em wan dawetî çiyê dikin, lê yên ku derfetên xwe yên xwegihandina çiyê nîne, divê li cihê ku lê ye bersivê bide dijmin.
Ji sedî 95 ê xelkê Êlihê welatparêz e. Çawa ku balafirên şer û keşfê yên Tirk ji van bajarên me radibin û xaka me bombe dikin, xwezaya me talan dikin û xwîna Kurdistaniyan dirijînin, em jî dikarin li van deveran derbê li dijmin bixin. Li dijî balafirên ku ji navenda Amedê radibin û bombeyan li Kurdistanê dibarînin, her ciwanekî Amedê mîna kelehekê dikare pêşî li van bigirin. Nikaribin tiştekî bikin jî li cihên ku ev baregeh lê ne dikarin mîna bendekê, mîna dîwarekî bibin mertal.
14'ê Pûşber 2021
Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş