
Tecrîda girankirî ku 23 sal in dewam dike, hîn bêhtir tê şidandin. Dewleta Tirk û desthilatdariyên wê ku felsefe û paradîgmaya Rêbertî li pêşiya xwe weke asteng dibîne, êrişî Rêbertî dikin. Bi vê armancê serî li her rê û rêbazên şerê taybet diddin. Em ê jî li hemberî vê yekê her tim têbikoşin. Erka pêşengiyê ya têkoşînê, yekîtiya gelan û bicihanîna paradîgmaya Rêbertî dikeve ser milê jinan. Lewma divê em rêxistiniya xwe mezin bikin, li her deverê bi rengekî yekgirtî tevbigerin. Em ê bi vî rengî dijmin lawaz bikin û tune bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê em jin û tevgera jinê 24 saetan bixebitin. Li dijî hemû hêzên dijminê mirovahiyê em ê şerê xwe mezin bikin.
Li dijî tecrîda li ser Rêbertî, berxwedana girtiyên PKK û PAJK'ê dewam dike. Li hemberî êşkenceya bi rêk û pêk a zîhniyeta darbeyê ya 12'ê Îlonê, berxwedaneke mezin heye. Berxwedana herî mezin jî ji aliyê Rêber Apo ve tê kirin. Em berxwedana bi rûmet a girtiyan silav dikin.
Êşkenceya ku niha li girtiyan tê kirin ji dema faşîzma 12'ê Îlonê qat bi qat mezintir e. Lê belê berxwedana milîtanên PKK'ê ya li dijî vê yekê dîrok nivîsandiye. Em dikarin bêjin ku ev berxwedan berxwedana 14'ê Tîrmehê ye. Berxwedana ku îro li zindanan, li çiyê û li qada civakî tê meşandin, hêza xwe ji vê yekê werdigire. Her wiha ruhê berxwedana li Metîna, Avaşîn û Zapê jî bi heman rengî ye.
Pêngava me ya bi dirûşma 'Na ji qirkirina jinê re, jin a azad, civaka azad e' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kir, bi çalakiyên cihêreng dewam dike. Bi navê tevgera jinê em bi vê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re dibin yek û dewam bikin. Li dijî êrişên dijmin ku zêde kiriye, divê em hîn bi rêxistinî û bi hev re tevbigerin. Li dijî dewleta bi mejiyê mêr, tevgera jinê ji bo jiyaneke demokratîk, exlaqî û ekolojîk têdikoşe. Tevgera jinê weke pêşenga jinan hemûyan tê dîtin. Asta heyî ya pêngavê gelekî girîng e. Ji bo pêngava me li hemû qadan belav bibe, em di nava karekî berfireh de ne. Ne tenê perwerdeya jinê, her wiha perwerdeya mêran jî ji bo me girîng e. Ji bo vê jî em dixebitin. Yek ji armancên me ew e ku mêran jî bînin wê astê ku li dijî zîhniyeta faşîst şer bikin.
Armanca sereke ya dewleta Tirk a faşîst ji êrişan ew e ku gerîla tune bike. Bi taybetî di nava çar mehên dawî de êrişên faşîst ên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê tên kirin, her tiştî radixe pêş çavan. Her wiha armanc ji êrişên li ser qadên din jî ew e ku îradeya gelê Kurd bişikîne. Li hemberî van hemûyan gerîla bi rengekî awarte şerê îradeyê dimeşînin û êrişan têk dibin. Dijminê ku li pêşberî derbên gerîlayên HPG û YJA Starê bêçare mane, çekên kîmyewî û gavên bi jehr bi kar tîne û dixwaze bi vî rengî di şer de bi ser bikeve. Lê belê bi vî rengî sûcê herî mezin ê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê bêdengiyeke mezin heye. Her wiha li gel xeta xiyanetê jî li dijî dijminê ji mirovahiyê bêpar maye bi berxwedaneke mezin dîroka berxwedanê tê nivîsandin. Mînaka herî mezin a vê yekê 7 hevrêyên me ne ku li Zendûrayê şehîd bûn. Em berxwedana van hevrêyên xwe silav dikin. Em ê şopdarê bîranîna wan bin. 7 hevrêyên me ji ber hevkariya PDK'ê şehîd bûn. Ne dîrok ne jî gelê me wê vê xiyanetê ji bîr neke.
Îstîxbarata PDK'ê Parastin û îstîxbarata dewleta Tirk MÎT bi hev re dixebitin. Bi taybetî sîxuriyê li ser xelkê Mexmûrê ferz dikin. Xelkê me timî ji aliyê MÎT û Parastinê ve tê qetilkirin. Halbûkî ne ji PKK'ê bûya ne Şengal ne jî Hewlêr dima.
Ji bo Şengalê jî rewş bi heman rengî ye. Êrişên li ser xelkê me yê li Şengalê komkujî ye. Bombekirina nexweşxaneyekê hovîtî ye. Lê belê kes dengê xwe dernaxe. Yên ku mafên mirovan diparêzin li ku ne, çima ewqasî bêdeng in?
Ciwanên Şengalê dişînin Elmanyayê û dikin Xiristiyan. Ev yek dewama polîtîkaya komkujiya Nazî ye. Çavkaniya bingehîn a berxwedana xelkê Şengalê daxwaza parastina çanda xwe ye. Bi vî rengî komkujiyê li vê çandê dikin. Divê haya xelkê Şengalê ji vê yekê hebe.
18'ê Têbaxê 2021
ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK'ê REWŞEN MÊRDÎN