Jin

Parastina Jinê

 

me digot dewletek bila hebe, em jî serbixwe bin, em jî hêz bin...

 

Raperîn GABAR

Rojavayê Kurdistanê di herêma xwe de xweseriya xwe li ser esasê zîhniyeta Konfederalîzma Demokratîk îlankir. Di dîrokê de heta roja me ya îro piştî ketina çanda jin ango civaka exlaqî û polîtîk ku di kesayeta jin de hate xistin bû malê mirovahiyê. Tabî ji wê demê heta vê demê di ketina wê de weke Sûmeran ku xwe înşa kir em dikarin bibêjin ku ev wek sîstema xweseriya demokratîk ango konfederalîzma demokratîk înşakirin li ser esasê zihniyeta ku Serok APO danî pêşiya me ev ne tenê ji bo mafê gelê Kurd, ev ji bo mafê tevahî mirovahiyê ye.

Di roja me ya îro de em jî bi vîna gelan, bi hêvî û baweriya gelan vê yekê ava dikin. Li ser vê esasê avakirina Xweseriya Demokratîk îro li Rojava ku destpêkiri ye jî li ser esasê çand, hêvî û baweriya gelan e ku êdî zêdetir bikaribin vê xurtir bikin. Li ser vî bingehî Xweseriya Demokratîk tê avakirin. Ev di dîrokê de cara yekemîn e ku tê avakirin û cara yekemîn e ku di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de û bi taybet di Rojava de da îsbatkirin, hem sîstemeke ku li derdorê zîhniyeta jinê tê avakirin û hem jî dema em YPJ bigrin dest artêşek e ku di Rojava de bi zîhniyeta jinê xwe weke hêza parastina jin binav kir û ava kir, peytkirina vê yekê ye.

Ev sîstema ku tê avakirin xwestin di kesayeta Kurdan de, di kesayeta jinên Kurd de giştî bikin malê civakê. Helbet em îro binêrin xweserî avakirin di cihekî de xwe kirina hêz û xwe avakirin, li gorî sîstemê desthilatdar hêza xwe ya otorîter avakirin e, lê yê me tu dinêrî dijî vê ye. Em bê dewlet sîstema xwe ava dikin.

Her tim me digot dewletek bila hebe, em jî serbixwe bin, em jî hêz bin… Lê em bi vê zîhniyetê vê carê dibêjin ne bi dewlet û ne bi desthilatdarî; bila bi yekîtiya gelan bê avakirin. Mînak em bibêjin ku di parçeya me ya hêrî biçûk, di Rojava de niha hemû gelên wir dibin xwedî vîn. Bi çand û mafên xwe, xwe birêxistin dikin. Suryanî hene, Ereb hene, Kurd hene beyî ku yek li ser yekê desthilatdar be, cuda nêzîk bibe wê bihev re parastina xwe bikin, wê bihev re çanda xwe bimeşînin û bihev re li ser wê axê di aliyê aborî de wê bikaribin xwe birêve bibin, xwe sazî bikin; van hemûyan wê bihev re çêbikin. Helbet ev, wê bibe malê dîrokê.

Divê hemû mirovahî bikaribe vê ji xwe re esas bigire û tekoşîna xwe li ser vê esasê bimeşîne. Divê li hemberî sîstema desthilatdar vê bide meşandin. Aborî weke endustriyeke ekolojîk ku debara xwe bide meşandin û bikaribe bixe bin xizmeta civaka xwe de. Yan jî dema em dibêjin çand beyî ku yek were nîşanî te bide tu xwe bixwe çanda xwe ya bi hezaran salan heyî li ser çanda dayikê, civaka polîtîk û exlaqî xwe birêxistin bikî. Sîstema konfederalîzma demokratîk tê çi wateyê? Mafê her kesê ku bi awayekî demokratîk tê de hebe, her kes bikaribe xwe tê de îfade bike ye. Taybet ji bo gelên Rojhilata Navîn. Me ev yek li gelek cîhan dît: ji Tunusê bigrin, ji Misirê bigrin ji hemû cîhan bigrin sîstem hilweşandin, lê çi li şûna sîstemê hate rûniştandin? Ji ber ku alternatîf nebû heman sîstem hate rûniştandin. Ji ber ku alternatîfek ku bikaribe bixe şûna dewletê nebû. Lê ya me, sîstema me heye, sîstema me jî fikra Rêber APO, felsefeya Rêber APO, ango xweseriya demokratîk e.

Yên ku pêşengtiya gelê Rojhilata Navîn jî dikin, Kurd in. Baweriya me jî li ser wê esasê ye ku Kurd weke mînak, taybet di Rojava de ji bo gelên Rojhilata Navîn vê pêşengtiyê dike. Jin jî di vir de cihê xwe digirin; weke hêza parastinê me diparêzin. Me mînaka YPJ’ê da, Hêza Parastina Jin bi zîhniyeta jinê tê avakirin, zîhniyeta jin çi ye, xwe parastin e. Ji bo ku yeke din îmha bike û xwe ava bike na, mafê xwe yê parastinê weke gel bihev re parastin e. Ji bo vê yekê jî em dinêrin li Rojavayê Kurdistanê rolgirtina jinê gelek xurt e û vê yekê jî weke vekirina akademiyan û dibistanên perwerdehiyê, di nava hêzên asayîşê de cih girtin, di hemû aliyên civakê de jî pêşengtîkirinê re pêktîne. Ji ber çi me got civaka exlaqî û polîtîk di kesayeta jin de binketiye, em dixwazin careke din civaka exlaqî û polîtîk di kesayeta jinê de bigirin dest û vê ji nû ve bidin avakirin, di kesayeta jinê de ev pêşengtî ji bo tevahî mirovahiyê ango gelên bindest ji nû ve bidin avakirin, vê li Rojava di kesayeta jinê de weke mînak bidin rûniştandin…