‘Dilsoz û evîndara xak û axa pîroz’

 

 Zîlan, stargeha tevahiya rizgarixwazên di biharên rengareng de li çiyayan şerê man û nemanê didin...

Yekta Şoreş

 

Wê niha helbest xwe di wan xeyalan de

Bi dar ve bike

Da ku bibihîze asîman

Da ku dil zîz bibe

Deng di mijankên wan xeyalan de tê xwar

Tirs heye ji lehî û tofanê

Roj naçe ava mîna ku dem rawestiya be

Bi guman e jiyan

Gelo bêhnek ji biharê wê bibe nesîb?

Êşên hizran ku mîna êgir dişewitîne can

Dê hênik bike gelo?

Belê di pêvajoyeke wiha de li Kurdistana şîrîn Zîlan, tevahî hizir hênik kir, hêvî afirand û li asîman ji rengê azadiyê ji holê rakir tevahiya ewr.

Zîlan, stargeha tevahiya rizgarixwazên di biharên rengareng de li çiyayan şerê man û nemanê didin. Zîlan ku tevahî bêhnên bihuştê li derdora wê kom bûne û mîna nûreke îlahî ligel Roja Pîroz rûken e…

Ew hawara qîrîn û bextreşiyan, hawara mirovatiya ku digot, “Qediya êdî tu tişt nema li holê” ye. Ew Xwedawendaya Bilind ku tevahî kaniyên jînê di ber re derbas dibin da ku destên wê tewaf bikin ji bo hemû jiyan û zindiyên wê jê sûd werbigirin û nekevin rêyên xerab.

Zîlan, mîna dil û awirên zarokekê saf û zelal…

Mîna dayikekê ku li ser zarokên xwe diricife…

Ew, ne xewn û ne xeyal; heqîqeta ku Roja Pîroz baş fêm kiribû û lewma bi çalakiya xwe tacîdar kiribû ye. Ew dilsoz û evîndara xak û axa pîroz Kurdistan e.

Rêheval Zîlan, di beşeke nameya xwe ya ji bo Rêber Apo şandibû de wiha nivîsandibû:  “Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata We ya kûr, hûr û bêhempa laşê xwe feda bikin jî, ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derveyî can û laşê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We, bi jiyana xwe neteweyek ji nû ve afirand. Em berhemên We ne. Hûn garantiya dahatûya hemû gelê Kurdistanê û mirovatiya cîhanê ne. Jiyana We jî rûmet, hezkirin, cesaret û baweriyê dide. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, bi qasî canê xwe fedayî We bikin dilsozê We ne. Ev balkêşiya We, me jî pir zêde bandor dike. Di kêliyên ku herî zêde em di nav zehmetiyan de bin, em hezkirina We ya ji bo me difikirin û hêzeke manewî werdigirin. Ê herî zêde dilsozê şehîdan Hûn in. Li ser vê esasê wê çavên me qet li pey me nemînin.”

Rêheval Zîlan xwe dike bombe û heta her şaneyên canê xwe di mejiyê dijmin de xwe diteqîne. Çalakiya Heval Zîlan pergal û desthilatdariya dijmin serûbinhev dike, dihejîne û gêj dike hiş û aqilê wan. Şervanên Azadiyê bê xwedî çi qudret û afirandinan e, Rêheval Zîlan nîşanî dost û dijminan dide. Jina Kurd bê xwedî sekn û helwestek çawa bilind e û dilsozî Rêberê xwe ye nîşanî xwedênenasan û zilmkaran dide.

Rêheval Zîlan, sembola heqîqeta lêgerînên me yên herî bedew e. Bi peyv û hevokan nayê ziman û zehmet tê watedayîna kesayet û çalakiya Wê Hevala bedew û bi vîn. Rêber Apo di nirxandineke xwe de ji bo Rêheval Zîlan wiha dibêje: “Me soz da Rêheval Zîlan, me azadiya jinê bilind kir, mezin kir. Di vê wateyê de bi tenê xeta serketinê ya şer na, kesayeta serketinê ya jiyanê jî misoger e ku di manîfestoya Zîlan de wateya xwe dîtiye. Ji vir û pê ve jiyan bi vê manîfesto û sondê dê wateyê bibîne. Tevî hemû qisûr, kêmasî û şaşîtiyên xwe, me xwest em hinekî pêwîstiyên vê bi cih bînin. Ez bawer dikim ku ji vir û pê ve weke mirovên wêrektir û hîn nêzî rastiyan, zanetir; hem jî gelekî şiyar û hestyar em ê pêwîstiyên jiyanê jî bi cih bînin û bi qasî ya şer em ê serketina jiyanê jî misoger bikin.”