Roj were vegerim  ser çiyayên xwe...

Zarokek bûm , li ser vê axa Kurdistanê

Li ax û mêrg û zozanên xwe

Dimeşiyam bi kêlî kêlî, meş bi meş

Kolan bi kolan , war bi war

 Dijmin îro êrîş û talan kir

Koçber û penaber kir Heval

Ez îro penaber im heval

Li ser axa  Ertûş , Nînova  û Mexmûr

Car têhnî, car pêxas  û car birçî

Nedît ew xemla welatê xwe

Av û çiya û xemla xwe

Roj were vegerim  ser çiyayên xwe

Bi hesret û heskirin bi çav bibînim

Wê xwezaya çem û robarên xwe…

Îro vedigerim ser wê qêrîna xwe

Hesreta salan, îro dîbînim bi dîmenên wê

Welat xweş e, jiyan tê de rumet e

Li ser çiyayên Sumbul û Oremar

Mêrgezer û Gever, dîtin coş e,

 kêyfxweşî û serbilindi ye…

 

          Ş.   Amara Serfiraz  09 06  2016 / Oremar ( kela Perîxanê