ÎRO DEMA KÛ EM TÊ DE JIYAN DIKIN ŞEXSIYETA ZÎLANÎ JI ME DIXWAZE

 

 Xeta hevala Zîlan gav bi gav bi keda Rêber Apo û bi keda şopdarên Zîlana berdewam kir...

Zeynep Kinaci bi navê rêxistinê Zîlan di sala 1972’an de li Meletiyê hatiye dinê. Malbatekî bi fikrê Kurdinî û bi pirsgirêkên aborî de mezin dibe. Dema amadeyi dixwine lêgera wê di mile kurdînî û fikrên çep de destpêdike. Dema zanko dixwîne aleqeya wê di milê fikra çep de hebejî xwe nezikî rêxistinên çep nake. Zankoya Înonû ya Meletî beşa şêwirmendiya raybertî û derûnnasiyê mezûn dibe. Li nexweşxaneya Dewletê dest bi xebat dike. Di van deman de bi naskirina PKK’ê sempatiya wê çedibe. Ji ber hestê wê ya Kurdînî PKK nezîkî xwe dibine. 1994 ‘an dest bi xebatên eniyê dike û di sala 1995’an de ji Dersimê tevlî rêxistinê dibe. Piştî tevlîbûnê di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî li dar dixe.

Bêguman hevala Zîlan hevaleke bi çalakiya xwe tê naskirin. Lê divê hevala Zilan anîna ziman û pênase kirin tenê bi vî re sinordar nemine. Ji bo rast fêmkirina çalakiyê dibe kû mirov rast şîrove bike. Çalakiya hevala Zîlan Serokatî bala me kişand ser û pir tund jî me rexne kir, got “ hûn çalakiyê pir şeklî digrin dest û çalakiyê teqlîd dikin. Her roj êynî tişt pêk nayê”. Ev çalekî piştre çawa hate dest girtin, sanki em jî biçin xwe di dijmin de biteqînin emê jî bibin Zîlan. Ne wisa ye, wisa nabe. Xwe tenê teqandin têrê nake. Hevala Zîlan, Serok jî destpêkê got şêwaza çalakiyê zêdetir kî şewaz jî pir giring bû, esas armanca çalakiyê, cihê kû lê hatiye pêkanîn, dema kû pêk hatiye, rêxistin di kîjan pêvajoyê de derbas dibû, ev rastî girîngin. Ger em tenê hevala Zîlan çalakî lidarxist bigrin dest, emê nizanibin kû ka giringiya vê çalakiye di kijan astê de ye. Di navenda rêxistinê de 6’ê Gulanê êrîş li ser Serokatî xwest çêbe. Li nêzi seha Serokatî qamyoneke bombe barkirî tekî. Li navenda Zapê û di tesfiyekeriya Zekî de pratîkên ne li gorî feraseta PKK rûdida. Dîsa PDK’ê bi Tirka re di nava danûstandinekî de ye. Ger li Şamê bigihîjin armanca xwe, dê tang û topên Tirkan jî bên û ew jî yê teslimê KDP’ê bikin wê demê PKK’ê êdî bi vî awayî ji holê rakin. Her wusa xetimandineke di milê çalakiyên gerîla de jî hebû. Li derva planên qirêj ji bo têkbirina PKK’ê û di hûndir de pratîkên tasfiye bi heman mebestê pêk dihatin. Gavên kû ji gerîla dihate xwestin gorî bersivên van êrîşan di wî astê de pêşnediketin. Tam di vê demê de çalakiya hevala Zîlan ji bo tevgera me wekî çirûske kî ronahiyê derket holê. Çalakiya hevala Zîlan bersivekî bi biryar bû ji bo êrîşên derve. Her wusa ev çalakî hişte kû careke din di nava tevgera azadî de li xwe zivirandinekî ava bike. Her çiqas ev çalakî li hemberî dijminên derve pêk hatibejî giringiya vê çalakiyê ev bû kû ji bo vê demê divê ev xetimandin çawa were derbaskirin bi perspektîfan tijî bû. Nêzikbûna me dibê ji serî heta binî çawa be ev çalakî careke din ji bo em xwe ber çavan re derbas bikin wek milîtanên tevgera azadiyê li xwe zîvirand. Giringiya çalakiya hevala Zîlan bersiva birdozî û sîyasî dayînê de derdikeve holê. Û li gel van rastiya de giringiyek din jî hebû kû Serokatî nirxandin li ser dike “ dema ez ber bi çalakiya xwe ve dimeşim ez di nava coşeke mezin de me û ez xwe pir bextîyar dibînim. Ev pênase rast bû. Ji ber kû miroveke li her derê laşê wê bombe girêdayî ewqas meşekî azwerî rêkûpêk dike bi rastî jî bûyereke kêm caran rû dide ye”. Wekî Serokatî jî dinirxîne heskirina jiyanekî azad di hevala Zîlan de di asta azwerî de ye. Divê em di rastiya çalakiya hevala Zîlan de gihiştina eşqa haqiqatê bibinin. Divê mirov hevala Zîlan tenê çalakiya fedaî kir nebînin. Ya kû hişt ev çalaki bike çibû, di dil û mejiyê hevala Zîlan de ya kû rûdida çibû. Ya ji bo esas famkirina van rastiyanin. Famkirina wê ya jiyanê, asta wê ya dîrok nirxandin, Serokatî rast girtina dest, gihiştina giringiya PKK’ê û hwd. divê ev ast ji hêla me ve baş were nirxandin û gihiştin.

Mesela dîqat bikin nameya kû ji Serokatî re nivîsandiye diroka Kurdistanê hemû hatiye şîrove kirin. Girîngiya Serok APO ji bo Kurdan û ji bona gelan tê çi wateyê binê wî xêz kiriye. Ji Şêx Seîd’ê kal bigire heya Seyît Riza, ji Bedirxana heya yên din dinirxîne. Ji Ehmedê Xanê mînak dide. Ehmedê xanê dibêje kû “ger heya niha Kurd nebûne xwedî mafê xwe, ji ber kû serokekî bi rêk û pêk, bi rêxistinkirî, xwedî îrfan, xwedî zanebûn derneketiye lewma Kurd bindest mane”. Mesela hevala Zîlan ji bo Serokatî dema kû dinivîsîne dibêje “cara yekemîn bû kû hemû awayî Serokeke wisa ji bo Kurda dertê”. Serokatî fêmkiriye, xwendiye û dahurandiye. Serokatî ne Serokê eşîrekî ye, ne Serokê malbatekî ye, qabîlekî ye, çînekî ye, qewmekî an ya jî herêmekî ye, wisa dibîne kû di Serokati de nîne. Heval Zîlan dibîne kû Serokekî enternasyonale, serokekî nêzîkbûnekî ilmî û xwedî birdozî ye, xwedî felsefe û xwedî nêrandinekî kûre, zanistekî dîrokî û bi hemû awayî Serokekiye kû ji bona mirovahî cara yekemîn bi vî rengî di dîroka Rojhilata navin de li ser van esasa erk werbigire. Rastî di wan salan de hevala Zîlan vê dibîne û vê şîrove dike. Ev gorî wan sala gihiştineke hesan an asayî divê mirov nebine. Di nameya xwe de ji Serokatî vana dibêje û hîs dike. Tişta dixwîne, tişta dibîne bi ruhî û gihiştinekî zane di xwe de hîs dike û jiyan dike. Mirovekî/ê ji xwe ne di ferqa vê de be tenê bi gotin “Serokê min ez hez ji te dikim û ez dixwazim ji bona te canê xwe bidim” wisa nabe, ev gotin nabe. Bi ezmûnên û rastiyên bi sala kû em gihiştine dizanin kû hezkirin tenê bi gotin nabin. Ev bi jiyan kirinê ve, ev bi rastî jî bi hemû awayî di dilê xwe de bi cîh kirinê ve dibe. Mesela hevala Zîlan diyalogê xwe bi Serok re nameya xwe dema dinivîsîne vana hemû binê wê xet dike. Di vê baweriyê de ye kû ji bona wê jî dibêje “bê dudilî ez dema canê xwe bidim wê çaxê ezê bigihîjim armanca xwe ya herî mezin” ev dihêle kû çalakî wisa mezin bibe. Ji ber kû di çalakiyê de armanç mezine, ji ber kû di çalakiyê de daxwaz mezine, ji ber kû di çalakiyê de bawerî mezine, ji ber kû di çalakiyê de pîvan bilinde û dizane ev çalakî wê çawa bê şîrove kirin. Ji xwe di nameya xwe de dibêje “yê herî zêde rastî jî wate dide şehîda tu yî”. Ew çalekiyekî wisa ew dema kû empatî çêbû, ew hîs kirin li hemberî hev çêbû dizane wê bersiv çawa bê dayin, ne hewceye bibîne jî. Di ruh de wê jiyan dike û di hestan de jiyan dike. Ji bona wê nameya xwe ya ji bo Serokatî tam weke manîfestoyekî ye. Nêzikbuna Serokatî Ji bo jin dinirxîne “cara yekemîn jin bi vî rengî bi derketina Rêber APO bi birdozî û felsefe bi rêxistinkirina paradîgmayê ve ji wê berjêr çûyînê ve tê rizgarkirin û te careke din qîmet da jinê, te rastî wisa kir kû jin bilind kir ezmana ”. Dema feraseta Serokati ji bo jinê dinirxine asta jin di nava civakê de digre dest û wusa digêje rastiya Serokatî. Hevala Zîlan cara yekemîn rêxistinkirina 93 artêşa jin, 95 rêgeza YAJK’ê, perspektîfa YAJK’ê di xwede çêdike. Birdoziya rizgariya jin hevala Zîlan ava dike. Ji bo vî di nameya kû tevgera jin YAJK’ê re nivîsandiye de, bi vana hemûyan bala herkesekî dikşîne ser erken xwe.

Li kêleka van rastiyan ger em di asta rêgezî de red û qebûlên hevala Zîlan şîrove bikin emê bibînin kû di piryara jiyana azad de çiqasî radîqale. Hevaleke ji cîhekî wekî Meletî hatiye dinê, li wir mezin bûye, mekteb li wir xilas kiriye. Mekteba zanko navendî xilas kiriye û bûye nexweşnera jin (hemşire) kiriye. Meaşekî pir xweş jî dikare bigire û li gorî civakî tu bigrî dest di eslê xwe de serbestî jî heye. Ji baweriyekî gelê me yê Elewî tê. Di wê baweriyê de jî em bejin ewqasî perçiqandina jin, ewqasî ne di asta jor de nîne. Heta di wê demê de mekteb xwendin girînge. Derfet jî di destê wê de heye kar dike, zewac jî kiriye lê evana hemû li pêşiya wê deye lê yek ji van tiştan wê têr nake. Ne pere, ne jî malbat avakirin wê têr dike. Ji wir derdikeve tevlî rêxistinê dibe. Ewder mesela herî zêde cîhê kû hevala Zîlan jê derketî di Kurdistanê de herî zêde ji bişaftin re derbas bûye ye. Li wir xwestin Kurdîniyê têde tûne bikin. Ruhê Kurdîniyê têde tûne bikin, behsa Kurd û Kurdistanê neyê kirin. Bi Kurdê Meletiyê, Dîlokê, Çûkûrovayê li wê derê emeletiyê bi wana didin kirin. Ji bona wan ji bişaftinê derbas bikin, wan ji xaka Kurdistanê bi hemû awayî qut bikin vî dikin. Lê hevala Zîlan tu car nayê bişaftin. Ger em hinek peyva bişaftin bigrin dest bişaftin çiye? Bişaftin xwe înkarkirine, ji xwe fedîkirine, bi zimanê xwe, bi çanda xwe bi nezîkbûnên xwe jê fedîkirin û xwe dana milekî ye. Ema hevala Zîlan em sûretê wê jî dibînin, em strana wê ya berîya biçe çalakiyê jî guhdar bikin emê bibînin kû bi hemû awayî di ruhê xwe de Kurdîniyê jiyan dike. Mekteba Tirka wê ji heqîqetê dûr nexistiye, bêtirê xwe çiqa di wir de pêşketi be ewqa jî li xwe zîviriye. Ji vir tevlî dibe û birîna gelê Elewî qetlîamên hatine jiyan kirin û çiqas niha di nava dewletê de tê vederkirin û çiqas di hêla dewletê de tê înkarkirin derdixe zanebûnê. Hevala Zîlan ji Meletiyê derketiye lê belê çalakiya xwe li ser Dersimê plan dike. Ji ber kû bi xwe ji Dersimê ye ji ber vê li Dersimê plan dike, na rastiya çalakiyê ne wisa ye. Dikare li cîhên cûda jî bike lê Dersim bi taybetî tê hilbijartin. Ji ber kû Dersim cîhê kû dijmin xwe bi hemû awayî di wir de bi cîh kiriye. Piştî qetlîama Dersîm şûndetir êdî îsyan di Bakûrê Kurdistanê de hatin perçiqandin. 37-38’an şûndetir êdî bi dawî bû. Ji Dersimê re hat gotin kû ‘destê pola’. Dersim bû Tuncelî û di Dersimê de êdî bişaftineke, qirkirineke çandî destpêkir. Di hêla çandî de herî zede dera kû hate qirkirin û tûnekirin erdnigariya Dersimê, gelê Dersimê ye. Gelê herî zêde ji mirovatiyê re malavanî kiriye yek jê jî ew gele. Serokatî dibêje “dema ez ketim wan dolên Dersimê, ez çûme wê erdnigariye min got tenê ji bona vê erdnigariyê jî be, ji bona êşên kû di vir de hatiye jiyan kirin be jî, mirov dikare deh caran şoreşê ava bike, bibe şoreşger”. Serokatî bi vî rengî şîrove dike. Hevala Zîlan, çalakiya xwe di navenda Dersimê li meydana kû peykera Seyîd Rıza lê hatiye dayin de merasîmek al guhertinê de pêk anî. Hevala Zîlan kûrbûna xwe ya dîrokî jî heye. Hezkirina welat, welatparêz û welat perwere. Me got navenda kû hilbijartiye jî pir girînge. Tirk Dersime wek navenda xwe didîtin. Di dema merasîmekî leşkerî de dema kû al diguherînin çalakî pêk tîne. Wate têde heye, wateya wî birdoziye. Her dêtayekî bi plan e. Mînak, dikare çalakiya xwe di navendekî polêsan jî bike. Kî ew jî bi wate ye lê divê bal kişandin ser cudahiya vê çalakiyê. Cihekî her heftî al tê rakirin çalakî pêk anîn wateyekî xwe yê giring heye. Wekî me dest nişan da navenda kû çalakî hatiye kirin, dema kû hatiye hilbijartin û şewaza çalakîye bi giştî pir bi watene.

Nameyê kû nivisandî dibê ji milê me de baş were famkirin. Neyê zarî (taklit) kirin. Serokatî digot “ herkes dixwaze bibe Zîlan lê Zîlanek dertê”. Çalakiyên din jî bê guman bi wate bûn. Hevalen kû hevala Zîlan baş xwendin, rast femkirin û derxistin zanebûnê çalakîyên wan jî hevala Zîlan temam kir. Bûn şopdarê hevala Zîlan. Zarî na, divê bibin şopdar. Xeta kû daniye bikaribin li ser wê xetê bimeşe. Ji 98’an komploya navdewletî yê kû ev şopandin xeta hevala Zîlan bû xeta Fedaiyan, bû xetekî nûjen û kete nava Kurdistanê. Yê kû rast xwend rast beşdar bû, yê kû çep, seranser, li gorî xwe xwend, xwe têde mezin nekîr nikarîbû bigihije vî astê.

Serokatî 96’an de atmosfera kû dihate jiyan kirin wekî kû me li jor da diyarkirin çalakiya hevala Zîlan nefesek bû ji bo me. Hevala Zîlan beriya 15-20 deqqa çalaki pêk bîne Med TV bi telefonê digere û çalakiya xwe îlan dike. Ew dem Serokatî jî televizyon temaşedike. Serokatî pîştre dibêje “dema kû min ew deng bihîst, min ji xwe re got ev miroveke cudaye, ev derketinekî nû ye, ev gotin gotinên cudane”. Heval Zîlan di axaftinê xwe ya li televizyonê de wusa dibêje “heya 20 deqayê hûnê tiştekî nû bibihîzin, dê derketinekî nû çêbibe, êrîşên li Kurdistan û li ser Rêber Apo dixwazim bibim bersiv...” dema kû çalakiya xwe li dar xist Serokatî nameya hevala Zîlan xwest û girte dest. Medyayên Tirk weke çalakiyeke întihariye,  BBC wek çalakiyeke nû da diyarkirin. Çapemeniya Tirk dîtin kû derketineke nûye xwest ev car reş bike. Ew jî nikaribûn bi çend gotinan ev çalakiya mezin reş bikin û nedikarîbûn ser çalakiyê binixumînin.

Dema name gihişt deste Serokatî name hevok bi hevok, gotin bi gotin dahurand. Hem girêdana wê ya bi Sorek re, bi jiyanê re, jineke azad di Kurdistanê de çawa were rêxistin kirin û hem jî di gerîla de taqtîkeke nû divê çawa derxîne Serokatî şîrove kir. Gotina wê ya yekemîn de hitabe ruhê Serokatî kir û Seroketî ev dahurand. Ji ber kû bi vî bîr û baweriyê nivisandi bû. Li hemberî ev mezinbûna çalakiyê tesfiyekeriya Zekî jî derket hola. Ya kû Zekî da dest, rûreşiya wî derxist holê çalakiya hevala Zîlan e. Serokatî vaya got “taburek gerîla nikare çalakiyeke wusa bike”. Taburê wê demê 250-300 kes bûn. Serokatî got “ divê hemû fermandar xwe ber çavan derbas bikin, fermandar kî ye? Fermandar Zîlan e. An fermandar wek Zekî axayekî xwe dide jiyankirine? Kî ji van fermandare? Serokatî vana dahurand û da pêşiya me. Serokatî digot “ Zîlan we li ser suç girtin”. Êdî ya tu di xeta Zîlan de bî an jî di xeta Zekî? Çalakiya hevala Zîlan zelalbûnek çêkir. Êdî tu fermandar nikarîbû bêje derfetên min nîne ez çalakî bikim, derfetên min nîne ez hevalan perwerde bikim. Çalakî evana hemû ji holê rakir. Zîlan bi kîjan derfetê çû çalakî kir? Keşfa xwe bi xwe kir, kereseya(malzeme) xwe bi xwe peyda kir, mala kû têde mayî wê rêxistin kir. Ji plansazkirina çalakiyê heya deqqa çalakiyê bi xwe rêxistin kir. Ev sekin hişt kû çalakî bilind bibe. PKK’î bûyîn, xwe gihiştina pîvanê PKK’ê xwe gihiştina pîvanê jina azad e. PKK’î bûyîn bi gihandinê re girêdayî ye. Encax mirov salên xwe derbas bike dikare bibe milîtan ango fermandar, lê ne wisa ye. Şoreşgertî, şoreşgeriya demê bi hevala Zîlan ve derket holê. Ya kû barê giran rake û fizîka wî/ê xurt be şoreşgerekî/ê baş e. Bi vî çalakiya hevala Zîlan ev jî hate şikandin. Fizîka hevala Zîlan di çiyê de ewqas ne xwurt e. Ji xwe nû hatiye, hîn ferî çiya nebûye. Bi pir milan de fikrên şaş ne li gorî şoreşgeriyê hevala Zîlan bi çalakiya xwe tûne kir. Ew dem bi sedan heval di bin van derûniya de nikarîbûn xwe bi rêxistin bikin. Hêz da wan hevalên bi vî rengî. Ez dikarim bibim gerîla, fizîka min xûrte an na, gerîlayê bajêr gerîlayê çîya? Ev guman ji holê rabû. Çi da diyarkirin hevala Zîlan? Bi fikrê xwe, bi felsefeya xwe, bi baweriya xwe encax mirov dikare tevbigere. Mirovekê/î mezin nefikire, çalakiyeke mezin jî nikare li dar bixe. Mezinbûyina çalakiyê ji mezinbûyina fikirandinê ve tê, ji ruhê azad ve tê. Yeke/î ku bêje ez Serokatî fam nakim ango min perwerdehiya Serok nedîtiye ji kêmasiyê xwe re qilif peyda dike. Ji ber vêyekê Serokatî hevala Zîlan wek manifesto bi nav kir. Serokatî got “ pîvana jina azad êdî Zîlan e”. Ji 96’an vir de Birdoziya Rîzgariya Jin hate îlan kirin, pîvana jina azad hîn zelal hate şênber kirin. Çalakiya hevala Zîlan jibona Serokatî bû îlhamek. Serok Apo got “ Zîlan fermandare em jî şervanên wê ne”.

Hevala Zîlan manifestoya jiyana azad e. Manifestoya xeta avakirina civakeke nû di navbera herdû zayenda de ye. Hevala Zîlan vana bi sekna, bi jiyana xwe birdozî û fikrê xwe ve daniye holê. Hevala Zîlan li hev hatina fikir û çalaki ye. Ji ber vî Serokati çalakiya hevala Zîlan wek mîladekî girte dest, ji bona gerîla weke xetekî girte dest. Serokatî wê demê xet wisa zelal kîr. Diyarkir kû 2 xeta Z heye. Yek ji wan Zîlan e, ya din jî Zekî. Xeta Zekî bi hemû awayî xwe înkar kirin, xîyanet kirin, teslîmbûyîn e. Mînak, 92’an de Zekî ji bo kû jin tevlî şoreşê nebe di diroka me de biryarên herî sosret girtiye. Li Amedê dibêje “jin nikare şoreşgertiyê bike, nikare gerîlatiye bike bila biçin nava civakê de xebat bikin”. Ji ber vî li Amedê dehan hevalên jin wegerandin malên wan ango nava civakê. Hîn ji wan hevalan heya niha li girtîgehên Tirkî de girtîne. Bi sedan heval hatin girtin, yên kû bêbawer ketin çun malên xwe. Zekî ev bû. Heya 96’an ev pratîkên wî eşkere bû evcar jî jin xwest bigre gel xwe. Ji ber kû didît Serokatî jin mezin dike, bi birdozî dike, bi felsefe dike, YAJK avakiriye û hwd. evcar bi şêwazekî din bi dek û dolaban bi hişmendiyekî cuda xwest nezîkî jinê bibe. Hevala Zîlan ev jî dît û bi çalakiya xwe pratîka Zekî eşkere kir. Gerîlakeriya Zekî gerîlatiya herî provakator bû. Gerîlatiya tirsonek, bê ruh û di tê de çetebûyîn hebû. Hişmendiya gerîlaya nû avakirin, xulûqkartî nînbû berovajî vê tasfiye kirina gerîla hebû. Li hemberî vî xetê hevala Zîlan di gerîla de nûjenbuyîne, fedaîbuyîne, derketîna nûye, avakirin û çekirine. Xeta Zîlan jî ev e.

Bi çewherî mirov dikare bibêje kû tevgera me tevgerekî şehîdane. Partiya PAJK û PKK partiye şehîdane. Û hemû destkeftiyên Tevgera Azadiyê bi ked û bi şahadet hatiye çêkirin. Tevgera Azadiyê çima tevgerekî şehîdan e? Ji ber kû bersiva şehîdan xurt daye. Bi taybetî Rêber Apo her şahadetekî mezîn kiriye mebesta pêngavekî. Li ser her pêngavekî derketina nû çekiriye. Şahadeta hevalê Haqî Qarer bû mebesta îlan û avakirina PKK’ê. Şahadeta hevalê Mazlum, Kemal, Xeyrî, Ali Çiçek, Akif Yılmaz, berxwedanên zindana ya 14 Tirmehê û çalakiyên 18’ê Gulanê kû bedenê xwe dane ber agir ev pêngavên mezîn Serokatî xiste bingeha îlankirina ERNK û HRK. Serokatî hêza gerîla li ser van rastiya ava kir. Pêngava 15’ê Tebaxê û îlankirina ERNK’ê bi van da çêkirin. PKK’ê bi vi rengi berdevam kir. Şahadeta rêheval Mahsum Korkmaz ango hevalê Agît xiste mebesta artêşbûyinê. ARGK hate çêkirin. Akademi avabûn. Di gerîla de pêşveçûyîn hate çêkirin û mezinbûyina artêş destpêkir. Bi berxwedana zindana, bi kedê Sarayan hertim hebûna jin di PKK’ê de Serokatî giringiyeki cuda da. Bi îlankirina YJWK bigre artêşbuyîna jin heya YAJK’ê û li ser vê xetê bi şahadeta hevala Beritan û Zîlan Serokatî tevgera jin ber bi partîbûnê de bir. Bi awayekî mezin xwesertiya wê girte dest. Di milê jiyanê de cihê kû kêm dihate dîtin bi çalakiya hevala Zîlan ew jî temam bû. Ew jî bû bingehekî jiyana azad. Em çawa jiyan bikin û emê çawa şer bikin ev lêpirsîn bi awayekî berfireh hate destpêkirin. Paradigmaya nû ya Serokatî li ser çalakiya hevala Zîlan pêşket. Li ser vê xeta fedaîtiyê pêşket. Ger iro konfederalizma demokratik, jiyaneke komûnal, jiyaneke azad û wekhev Serokatî daye rûniştandin, pêşxistiye û heya roja îro aniye îlhama mezin ev jiyana kû hevala Zîlan pêre girêdayî digre. Ji ber vî xiste bingeha paradigmaya xwe ya nû.

Divê ev şahadet wisa were fêmkirin. Xeta hevala Zîlan gav bi gav bi keda Rêber Apo û bi keda şopdarên Zîlana berdewam kir. Ji Rojbîna bigre heya Berwara, ji Şaristana bigre heya Binevşa, ji Felata bigre heya Xebata, ji Êrîş û Andoka bigre heya Gulana vana hemû xeta Zîlan şopandin û kirin xeta azadiyê.

Îro dema kû em têde jiyan dikin şexsiyeta Zîlanî ji me dixwaze. Serokatî dîgot “ Zîlanbuyîn her roj xwe di nava jîyana xwe de teqandine û xwe ji nûve avakirinê dixwaze”. Dibêje her roj ez ji xwe re pirs dikim gelo ez îro çi bikim? Ez îro ji bo gelê xwe tîştekî nû çawa avabikim? Ji xwe hevala Zîlan ji van fikrên mezin derket. Divê em bizanibin kû ji dema 96’an hîn qritîk em jîyan dikin. Dewleta Faşîst derdora Kurdistanê dorpêç kiriye. Qada Başurê Kurdistan îro dibin dagirkeriya dewleta faşîst ya dewleta Tirk deye. Dora Bakur û Rojhilatê Surî dorpêçkiriye. Her wiha Rojhilatê Kurdistan jî wisa ye. Bakurê Kurdistan ji xwe tê dîtin. Dixwaze neo-osmanî li ser Bakurê Kurdistan bide jiyankirin. Kurdistan di bin xeteriyekî mezin de ye. Rêber Apo di bin tecrîdekî girankirî de ye. Piştî 8 salan ji ber kû hevdîtin çebû divê di me de xefletekî çêneke. Serok Apo di bin zextekî mezin de ye. Çiyê me ji berê baştire kû em wekî Zîlana çalakiyan pêşnexin, em derketinên nû çênekin û di xwe de guhertinan avanekin? Erkên mezin çine? Divê li ser vê were fikirandin. Divê tiştên biçuk mirov tenezûl neke. Tiştên kû me ji xeta Zîlan durdixîne divê em dest jê berdin. Kesek divê erka xwe taloqê kesekê/î neke. Ev nêzîkatî nêzîkatiya modernîteya kapîtalîst e. Ev rojên wusa rojên xwe ber çava derbaskirinêne. Ev rojên wisa rojên rexnedayinêne. Ev roj ne rojên bi yek du durişma mirov derbas bike ye. Serokatî 7 saliyê heta niha di nava wan şert û mercan de jî yek roj wext nade xwe. Ji bo ew hevalên kû li gel Serokatî ji bo wan perwerde bike ked dide. Ji bo kû 3 mirov bike milîtanên vê rêxistinê. Lê em li xwe bîzivirin em li gel hevin em çiqas bi hevdû ve mijulin, çîqas hevdu perwerde dikin û xwe pêşdixin? Ger em dixwazin hevala Zîlan fêmbikin, dixwazin vê çalakiyê fêmbikin divê em li ser jiyana xwe bisekinin. Serokatî dibêje “ her mirov ji azadiya xwe mesule”. Kes nikare azadiya xwe dewrî kesekî/ê din bike. Parastina xwe dewrî kesekî/ê bike. Mesuleti û şoreşgertiya xwe ya demê radestî kesekî/ê bike. Qey kî/ê got kû şoreşgertî ne zehmete. Haqîqata hevala Zîlan di vir de ye. Ji neynûkên xwe heya têla porê xwe bi rêxistinkirî û bi çalakiye. Xwe feda kirin di me de bêguman bûye ruhekî. Ew wêrektî divê vîn çêke. Ji bo na vî ev çalakiya mezin çalakiya bi vîn buyînê ye, çalakiya hêviyên mezin çekirine. Di felsefeya hevala Zîlan kû buye xeta Apoî anha xeta azadiya jina Kurdistanê ye, xeta jinên azadixwaziya cihanê ye. Di vê xetê de tiştekî kû nebe nîne. Divê em vê tene ji xwe re bikin bingeh. Her roj ji bo me Zîlan bûyine, di xeta birdoziya Jina azad de xwe ji nû ve avakirine. Em ser derfetên kû ewqas mezin bûne û ewqas zanebûna mezin çêbuye divê li gorî vê bikaribin beşdar bibin û xwe ava bikin. Êdî tu hêz nikare ev xeta li paş de bide. Tu tişt li ser vîna mirov de nîne. Ya kû her tiştî ava dike û çêdike mirove û ya kû vê vala derxîne jî mirove. Çalakiya hevala Zîlan da nişandan kû hêza mirov bê sînore. Eşqa jiyanê, eşqa mirovan çalakiya mezin derdixîne holê. Ev eşqa welate. Vana di mirov de hebin divê sînor ji xwe re daneyne. Şuna kû yekî/ê hezbike bi mîlyonan mirov hezbike. Ev çalakî van rastiya di me de dide avakirin. Li ser vê rastiyê di vî dema xeternak de yanê 2019’an de salvegera 24’mîn ya vê çalakiya mezin, em karibin hîn zêdetir bibin Zîlan. Bi şêwaza heval Zîlan hem azadiya Rêber Apo hem jî ya gele Kurd mîsoger bikin. Erka kû dikeve ser milên me ev in. Sozdayin û girêdanbûna me ji bo na şehîdan ev e. Em karibin bibin hevalên û şopdarên wan. Ew ala kû bilind kirin û ew hêviya kû mezin kirin wek hevalên şopdarên wan heya dawî hêza kû em ji wan digrin serkeftinê misoger bikin. Kurdistaneke demokratîk, komûnal û li ser azadiya zayendî li Rojhilata Navin de bikaribin biserbixin. Xeynî xeta Zîlan tu tişt emê ji bo xwe qebûl nekin û xeynî Zîlanbûyînê tû tîşt me nikare bibe serkeftinê. Em vê baweriyê de ne. Soza kû me daye şehîden me yên mezin em carek din bi vî munasebetê dubare dikin. Emê tekoşîna wan bi azadiya Rêber Apo û gele xwe tacîdar bikin.

                                                                                                                           Sozdar AVESTA