JI BO GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û HÊZÊN ŞOREŞGER-DEMOKRATÎK!

Di rastiya PKK’ê de Şehadet; heqîqeta fikir, felsefe, raman û bîrdoziyê îfade dike. Di PKK’ê de şehîdbûn jî afirandina jiyana herî pak û pîroze. Li dijî deshilatdariyê, xeta berxwedêriya bê hempa jî zîrve û teqezkirina azadiya gelên bindest dide îfadekirin.

Di vê rastiyê de Egîd û lehengên gelê Kurd ji bo azadiya paşeroj û pêşeroja gelekî ku di bin pençên qirkirinê de ye, bê navber têkoşîneke bê hemta di lûtkeyên çiyayên welat de birêve dibin û digihînin lûtkeyê. Gerîlla li her derî darbeyên giran li dijmin dixe. Pêwîste gelê me baş bizanibe dema ku faşîzma AKP-MHP’ê bin dikeve û ji ber ku vê binketina xwe hezim nake, her tim gorên xwebexşên gelê me dike hedef. Laşen cangoriyên me her tim ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj dike straterjiya şerê xwe yê teybet; bi salan li gel xwe digre û bi kargoyan dişîne ji malbatên me yên bi rûmet re. Ev yek destpêkê li ser hevrêyê me Egîd Îpek pêkanîn. Ruxmê ku malbata hevrêyê me Mahsûm Aslan testa xwe ya DNA’yê dabû, lê piştî 3 salan banî malbatê dikin û cenazeyê wî bi kargoyê dişînin ji malbatê re.

Di ti olan de mirovahî rastî dehşeteke wiha nehatî ye. Komkujî û karasetên li ser gelê me ne tenê bi bûyera Konyayê ve girêdayî ne. Her du hevrêyên me ji Amedê ne û li Dêrsimê gihîştine şahadetê. Lê pêwîste di serî de gelê me yê Dêrsim, Amed û tevahî mirovahiya azadîxwaz baş bizanibe ku ev bûyer ne ji rêzê ye. Çawa di serhildana Dêrsimê de mirovan nikarîbûn ji ber cenazeyan derbas bibin, îro jî heman hişmendî di dewrê de ye. Bi vî rengî dixwazin qirêjiya xwe ya dîrokê dubare zindî bikin. Paşeroj û pêşeroja gelê me bi êşên mezin bidin jibîrkirin. Ger heya niha fermanek bi vî rengî nekarîne pêk bînin, sedema wê têkoşîn û lehengiya bi salan ya gerîlayan e.

Cenazeyên xwebexşên azadiya gelê me carnan bi kargoyan, pir caran jî ji gorên wan derdixin û dibin cihên nayên zanîn. Divê baş bê zannîn ku bê exlaqiyeke bi vî rengî ya dermirovî ku dewleta Tirk a qirker, dagirker û dijminê Kurd li hemberî nirxê herî pîroz ango şehîdên me yên qehreman pêktîne, di esasê de ji tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin û êrîşên faşîzan yên li ser gelê me pêk tên ne qut e. Pêwîste ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin û ji rêzê neye dîtin. Ger gelê me dibêje çavreşên me yên leheng duh, îro û siberoja me ne, divê her qad bikin qadên berxwedan û xwedîderketina li şehîdan ku paşeroj û pêşeroja gelê me ne.

Di şexsê malbata hevrêyê me Mahsûm Aslan de, ji hemû malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em hevrêyên wî soza xwe ya domkirina têkoşîna wan heya bi azadî û serfiraziyê nû dikin. Hevrêyê me Mahsûm bi nasnav Fîraz Paramaz di temenê xwe yê ciwanî de kariye erkên doza azadiya gelê xwe bi lehengiyekî mezin bi cih bîne. Di şiverêyên tarî de dibe agirê meşaleya di destê hevrêyên xwe de. Di zîrveyên çiyayê Dêrsimê de dibe Avzema herî xweşik û li ser xaka dayîkniştîmana xwe diherike nava çemê Mûnzûrê û wê hertim biherike. Bûye volkanek û her kêliyê di mejiyê desthilatdariya AKP-MHP’ê de diteqe.

Di çarçoveya bangewaziya 'Em rûmeta xwe diparêzin' ya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê de bang li hemû gelê me dikin ku li hemberî wan polîtîkayên bê rûmetkirinê, em bi bilindkirina têokşînê rûmeta xwe biparêzin.

 

6'ê Tebaxê 2021

KOMÎTEYA PIŞTSVANİYÊ YA Bİ MALBATÊN ŞEHÎDAN A PKK